Em ji Başûrê Kurdistanê çi dixwazin?
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Em ji Başûrê Kurdistanê çi dixwazin?

Bûbê Eser

Me hin kurdên bakur dest ji azadî û serxwebûna bakurê kurdistanê kişandiye. Ya jî bê hêz ketine ku niha nikarin bi erk û rola xwe ve rabin. Ji ber vê yekê ye ku hemî partî an jî rêxistin lawaz û bi çûk bûne. Loma jî li bakurê kurdistanê ruhiyeta kurdewarî hema hema mirî ye û ji ber vê êdî hin bûne rexnegirê başûrê kurdistanê.

Hin bi vê helwesta xwe barê başûrê kurdistanê giran, karên wan ê ji bona kurdistaneke serbixwe zortir û bi helwestên ne rast wan gunehbar dikin.

Hin kurdên bakurê Kurdistanê bêtirîn fêrî tiştên li gor wan ne rast be, rexne dikin. Lê nafikirin ku tiştê li gor min dikare ne rast be, ew dikare li gor hinên din rast be. Lewra hin vê yekê ji bîr dikin û her xwe û helwestên xwe bi tenê difikirin û li gor wan dibin xwedî birynar.

Niha piraniya kurdên bakurê kurdistanê ketine rewşek û psîkolojiyek weha ku hema serê wan jî biêşe, ew dev davêjin başûrê kurdistanê bê ku başî û xerabiyan bifikirin.

Hin ji wan fêm nakin ku başûrê kurdistan êdî dewlet e. Ne partî û rêxistin e. Dema tu dewlet be, normên dewletbûne jî hene û ew normana di qada navneteweyî de jî rola xwe dilîze. Lewra tu nikare li dij van normana tevbigere. Bi dilê we be, ne dilê we be divê hûn qebûl bikin.

Sedema hin vê dikin ew e ku piraniya kurdên bakur hê jî xwe ji kar û barê partitiyê û rêxistiniyê azad nekirine. Ji ber vê hin canik û camêr her tiştekî li gor vê dinirxînin. Ew her tiştekî li gor vê şirove dikin. Lewra jî hin carna fêm nakin ku ji fêdê bêtir ew bi van helwestên xwe zerarê didin başûrê kurdistanê.

Piraniya kurdên bakurê Kurdistanê dev ji kar û siyaseta xwe berdaye bûne rexnegirên başûr an pesindarên wan. Li gor min ev herdu jî şaş e. Lê ya girîng ew e ku divê kurdên bakurê kurdistanê li xwe vegerin û karê xwe ê siyasî li cih û warê xwe bike. Hevkarî û tevkariya xwe pêk bînin.

Kurdên kurdistanîxwaz hemî dizanin ku başûrê kurdistanê berbi dewletbûnê ve gav bi gav dimeşe û niha nêzîkî wê hedefa xwe jî bûye. Divê hin êdî bizanibin ku wir dewlet e. Rexne û pesindayîyên xwe jî divê li gor vê bikin.

Em nikarin ji bona nivîsa min nehatiye weşandin, dinyê li ser serê başûrê kurdistanê xerab bikin. Ji bona ez dernexistime tv bi helwestên xerab li dij wan rawestim, ev nabe. Li gor min ew karê xwe dikin. Karên dikin jî ji bona kurdistaneke serbixwe ye. Ev jî di fêde hemî kurdan de ye.

Divê em weke kurdên bakurê Kurdistanê hinekî li xwe vegerin. Bibînin û bizanibin bê em niha li ku ne û rewşa bakurê kurdistanê ketiye çi halî. Piraniya partiyên me li bakurê Kurdistanê hema hema weke hev difikirin lê nikarin bi hevre eniyekê, tevgereke hevbeş damezrînin. Ma gelo ev jî ne gunehkariyeke.

Ji ber belavbûna partî û rêxistinên bakurê kurdistanê, rêyeke neteweyî nayê dîtin. Ji ber ku her rêxistin xwe ji yên din baştir û tekûztir dibînin. Vê helwesta şaş welatê me wêran, kesên me perîşan kirine. Dema tu wan rexne jî dike, dibên agir û zeviyên me re dişewitînin…

Doza welatekî bi rêya partî û rêxistinan dimeşe û li gor destûr û bernamyên wan jî azadiyê tînin. Rewşenbîr, rîsipî kadirên sal mezin jî divê bibin şêwirmendê vî gelî, bibin rê nişandana vî gelî. Lê me ev berdaye hebe tune be başûr. Hela carekê wan ango başûrê kurdistanê serbest berdin, rehet bihêlin, bê çi dikin. Em nahêlin ew jî karê xwe bikin.

Bi serxwebûna başûrê kurdistanê em  hemî kurd dê bighêjin azadiya xwe. Em ê hemî kurd bibin xwedî dewleta xwe, em ê hemî kurd dê di vê cîhanê de bi serbilindî bijîn. Ji bona em bighêjin vê qonaxê jî divê em bi aramî li meseleyên başûr kurdistanê binerin.

Binerin û bibinînn ku wir êdî dewlet e. Heger em wê weke dewlet nebînin, wê gavê hemî rexneyên me di cih de ye. Lê wir ji bona kurdan dewlet e. Kar û xebat tê kirin ku vê dewletê di qada navdewletê de jî bidiin qebûlkirinê.