Ezîza ber dilê guhdaran: Eznîva Reşîd
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ezîza ber dilê guhdaran: Eznîva Reşîd

Îro rojbûna bêjera Radyoya Kurdî ya Rewanê Eznîva Reşîd e, ku ji destpêka radyoyê – sala 1955an heta sala 1982an, ango 27 salan, dengê kurdên Sovyet gîhandîye tevaya gelê me yê pirmîlyonê û ew gel bi wî dengî şîyar bû, ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji xwe hez kir...

Gelek kes bi şêkirdarî wî dengî bîr tînin. Yek ji wan xudanê vê nivîsê ye, ku kal û pîrên wî bi dilekî zîz, bi ruhekî welatparêzîyê, tirsa eskerên tirkan di dil da bi dizî guhdarîya wî dengî dikirin. 

Zerdüşt ÖZTÜRK

Car heye dinya tarî ye, şeve reşk e. Meriv di hemêza reşahîyek bêbinî û bêsînor de winda ye. Car heye çav li çava nakeve, dil mihibê xwe nabîne, rêç ji rêyan diçe, rêwîyan dihêle, xwezî û guman direvin, terka dilpakan dikin. Car heye jîyan şêlû û nedîyar e, ro diçe, hêvîya berbangê diqulibe, bêdengîyek giran li ser cimaet û civaka dimelise. Car heye dinya kerr dibe, meriv ji xwe diçe. Sibe û êvar, payîz û bihar, qencî, xirabî digihîjin hev, wate ditemirin, hewildayîn disekinin.

Ez bêjim axirî ye hûn bêjin destpêk e, lê êdî bêwate û berhewa ye her tişt. Bê hêvîtî wek “Sira Sîpan, bayê Qertewînê” eman nade, wek nexweşîyê li ser dilên bindestan diçizîre, zindîyan dicemidîne.

Lê çawa ku heta aqil dibire, mereq ji meriv naçe, dil jî heta ku nesekine, derîyek xwe her ji hêvîyan re dihêle. Ew hêvî pir be hindik be, dûr be nêzîk be, çi dibe, çawa dibe bira bibe, lê her tim xwedîyê derîyekê di dilê merivan de ye. Ew hêvî, bibe nebe, rojek xwe digîhîne derîyên xwe. Carna bi kesekî, carna bi dengekî...

“Yêrêvan xeber dide... Guhdarên ezîz, niha deng û behsên teze bibihên... ”

Dengek nerm, zelal, dengê dost û hevalan, dengê xwedîyan, xwûşk û birayan, bi zimanê Kurmancan... hêvî ev nebe, çîye?

Di salên nêzên heyştêyan de li ber derê odeya me ya mêra, kevir û sêlên ji Ermenîyan mane hebûn, hê niha jî hene. Li ser wan de nivîs û neqşên xaça kolandî ne. Tê bîra min, di rojên bihar û havînan de gundîyên me li ber derê odê, li ser û ber wan kevira kom dibûn, li ser kar û barên rojane, li ser bazirganîyê, bihayê tariş û alifan dûr û dirêj xeber didan. Carna bi hev de diketin, henek û laqirdîyan dikirin, zeman dibuhurandin. Lê gava dibû esir, êdî ti tişt, ti mijar, ti kes girîng nedibû xêncî hebûna radyokê.

Gava saeta bernameya Radyoya Rewanê ya para Kurdî nêzîk dibû, diçûn radyoyê ji hundir hildidan, didane ser sêlekî û li benda saeta weşanê diman. Ez şaş nebim her roj di saet 17:00an de destpê dikir û heta saetek, saet nîvek didomand. Heta wextê weşanê gundî hêdî hêdî li hev zêde dibûn. Piştî hinek xişinî û xizxizokên mekanîk, dengek zelal û hevnas li guhê guhdaran diket.

“Guhdarên ezîz, dengê Radyoya Rewanê kilamên cimaeta Kurda pêşkeşî we dike.... ”

Guhdarên ku wî dengê ber dilê me ezîz dibihîstin, te digot qey diqerimîn, herkes, kê li kêderê be, di cîh de dima, nedixwastin ti sanîyek, ti bêhnek ji bernamê berdin. Ji wateyên li ser rûyên wan dihate xûyan ku wê demê dilê wan tenik û zirav dibû. Guhê wan, xêncî dengê radyoyê ti tişt nedibihîst, çavê wan ti tiştî nedidîtin. Te digot ji rastîyê filitîne, ketine nav pêlên xem û xeyalan.

Wekî me li jor got, dil heta ku nesekine, derîyek xwe her ji hêvîyan re dihêle. Ew hêvî pir be hindik be, dûr be nêzîk be, çi dibe, çawa dibe bira bibe, her tim xwedîyê derîyek dilê însana ye. Ew hêvî, bibe nebe, rojek xwe digîhîne derîyên xwe. Carna bi kesekî, carna bi dengekî... Ew kes û deng Eznîva Reşîd e.

Di sala 1955an de, gava wê radyo vebe, ji bo bêjerîyê (spîkêr) ji nav civakê, ji mêra û ji jina namzet tên xwestin. Gelek kes serîyan lêdixe. Ji wan yek jî Eznîva Reşîd e. Wî çaxî bîst û neh, sî salî bûye. Ji ber ku Kurdî baş zanibûye û baş bikar aniye, dengê wê nerm, zelal û xweş bûye, di nav gelek namzetan de tenê ew tê jibartin.

Eznîva Reşîd, her wiha dibe bêjera yekemîn ya radyoya fermî ya dewletê û heta salên 1982an, bi qasî 27 salan, dengê xwe digîhîne guhdarên xwe yên ezîz. Îro kesên ku emrê wan ji çil salî zêdetir be, hema bêje herkesê ji wan, qet nebe carek bûye guhdarê Eznîva Reşîd û bi anonsên wê gelek dengbêj nas kirine û ji wan hez kirine.

Karapetê Xaço, Sûsîka Simo, Kawis Axa, Şeroyê, Biro, Meyrem Xan, Fatma Îsa, Aslîka Qadîr, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Ahmê Çolo, Bêmalê Keko, Aramê Tigran, M. Arîf Cizrewî, Davîtê Xilo û hê gelek dengbêj û hunermendên din, ezîzên dilê guhdarên wê zemanî ne. Cimaeta Kurmancan, van dengbêj û hunermandan tev bi bangewazî û pêşkeşîya Eznîva Reşîd guhdar kiriye.

Radyoya Rewanê bi piştgirî û destûra Yekitîya Dewletên Sovyet yên Sosyalîst ve, li Rewanê dest bi weşanê dike. Dengê xwe digîhîne seranserê welat, ji Qafqasan tê Serhedê, Agirîyê, İntabê, diçe Amedê, Botanê, dirêjî bin xetan dibe.

Gava Yekîtîya Sovyetan mafên neteweyên kêmjimar nas dike, gelek derfetan jî pêşkêşî wan dike. Ji ber ku dixwaze sosyalîzmê bigihîne wan miletên bi taybetî dervayê Sovyetan, ango Yekitîya Sovyetan bi wan bide nasîn. Her wiha ji miletên kêmjimar re dibistanan vedike, ji bo perwerdehiyê pirtûkan amade dike. Rê li ber sazîyên çand û folklora wan vedike. Bi zimanê zikmakî rojnameyan çap dike û gelek derfetên din pêşkêşî neteweyên kêmjimar dike. Yek ji wan jî radyo ye. Weşana Radyoya Rewanê, berhemê vê polîtîkaya Yekitîya Sovyetan e.

Bi gorî salixên Têmûrê Xelîl*, rayedarên Sovyetê, ji ber ku hejmara civaka Kurdan li wan deran zêde bûye, berê diçin Azerbeycan û Tirkmenîstanê. Dixwazin bingeha Kurdayetîyê li wan deran ava bikin. Lê dibînin ku Kurdên wan deran, heye ji tesîra misilmanîyê be, taybetîyên xwe yên netewetîyê neparastine, di nav netewên serdest de asîmîle bûne. Paşê tên Ermenîstanê, di civaka Êzdîyan de netewetîyek xurt dibînin. Loma Yêrêvanê ji bo radyo û sazîyên din wek navend dijbêrin.

Li ser vê bijarê radyo, bi navê Rewanê gihîştîye me. Lê di serî de weşan kêm bi Kurdî bûye. Gava ku para Kurdî, di radyoyê de,wek test dest pê dike, heftê de çar rojan, her carê 10 deqe bi Kurdî diweşe. Paşê hêdî hêdî lê zêde dikin û heta saet nîvek dirêj dibe.

Radyo, du sala weşana test dike. Di wan herd salan de xebatkarên radyoyê tenê Eznîva Reşîd û Casîmê Celîl bûne. Piştî du salê radyoyê temam dibe, Hikumeta Ermenîstanê û Yekitîya Sovyetê, di sala 1957an de ji bo rêvebirîya radyoyê komîsyonek ava dikin û serkarîya radyoyê didin Xelîlê Çaçan (Xelîl Muradov). Xelîlê Çaçan evî karî heta sala 1981an bi rê ve dibe. Her çiqas Dewleta Sovyetê hinek şert û astengîya derxistine pêş wan jî, radyo bi serkarîya serketî ya Xelîlê Çaçan ve, folklora Kurdî bi hemû taybetîyèn xwe ve gîhandiye miletê xwe.

Her wiha Xelîlê Çaçan bîst û çar sal kar û barê radyoyê dike, ne hêsan e. Di sala 1981an de jî diçe ser dilovanîya xwe. Wek tê zanîn Xelîlê Çaçan mêrê Eznîva Reşîd e. Herdu bi qasî nîv sedsalek bi hev re xebitîne, bi gorî çavkanîyan, dora 1800 kilam berhev kirine, di radyoyê de qeyd kirine û xistine milkê miletê xwe. Her wiha ev herd kesê qedirbilind, kar, ked û qencîyên gelek biqîmet gîhandine radyoyê.

Bi saya wan ked û xebatan, Radyoya Rewanê dibe sedema vejîna cimaeta Kurmancan. Ziman, çand, deng û huner, hêvî û gumana pêşerojê dide Kurdan. Meya Egîtê Cimo, zurneya Şamilê Beko, kilamên Eyşe Şanê, Şiblîya Çaçan, Werda Şemo, Asa Evdile, Xana Zazê, Belga Qadir û Sûsîka Simo dibin dermanê derd û kulên wan demên teng û zor yên Kurdên ku bêparên mafên xwe bûne.

Eznîva Reşîd, di 18ê Gulana sala 1926an de li Camûşvanê ya Ermenîstanê hatîye dinyayê. Navê bavê wê Reşîdê Ecem e. Reşîdê Ecem, di dema şoreşa Ûris de, wek Erebê Şemo ku em bi saya romanên wî nas dikin, Bolşevîkek bi dilê we bû ye. Xêncî Eznîvê, sê kurên wî hebûne û ji hezkirina Lenîn, navê wan wek Vîladîmîr, Îlîç û Ûlyan ku nav, paşnavê Lenîn û navê bavê Lenîn in, li wan kirîye.

Eznîva Reşîd di xamatîya xwe de bi Xelîlê Çaçan re mêr dike, li Yêrêvanê bicîh dibe. Bi navê Sêdar, Gulnare, Valod û Têmûr çar zarên wan hene. Ji wan Sêdar, Gulnare û Valod di qada şanogerîyê de pêşketine û di gelek şanoyên Kurdî yên radyoyê de leyîstine. Her wiha ew jî di tanga xwe de ji çand û folklora miletê xwe re xizmet kirine.

Yek ji wan jî Têmûr e ku ji alî raya giştî ya cimaet û civaka Kurdan ve jixwe tê naskirin. Ew werger, nivîskar û rojnameger e. Nêzî 20 salan di rojnameya Riya Teze de kar kirîye û niha jî berpirs û rêvebirê malpera RIATAZA ye (krd.riataza.com). Têmûrê Xelîl di heman demê de, waxta Yekitîya Sovyetê li Moskovayê rojnameya Golos Kurda (Dengê Kurda) ku bi Ûriskî diweşîya îdare kirîye. Her wiha dîsa li Moskovayê radyoya Kurdî û li Yêrîvanê Radyoya Rewanê de redaktorî, kar û barên hêja kirîye. Gelek pirtûk û dokumentên Ûriskî û Ermenkî wergerandîye Kurdî. Esas divê ew mijara nivîsek serbixwe be.

Belê, dil heta nesene, hêvî jê xalî nabin. Bibe nebe, rojek helbet vedijin. Carna bi kesekî, carna bi dengekî...

Eznîva Reşîd, ezîza ber dilê Kurmanca ye, di roja 16ê Îlona 2000an de, cara dawî xatirê xwe ji guhdar û hezkiriyên xwe xwestîye û li Yêrêvanê dinya xwe guhartîye. Helbet ji bîr nabe, cîhê wê bihuşt e.

Kurmanca gotîye, “Mêr hene mêrok in, jin hene wêrek in.” Eznîva Reşîd, yek ji wan jinan e ku ketîye dil û deftera Kurdan.

Çavkanî*Têmûrê Xelîl -Bernameya Rû bi Rû (qeyda YouTube)

Kolaja wêneyê: Nura Şane. Di pirtûka ku hûn di wêne da dibînin, helbesteke doktorê felsefeyê, helbestvan Husên Hebeş ya bi kurdî û almanî heye derheqa Eznîva Reşîd da. 

Derheqa Eznîva Reşîd da dikarin van gotaran jî bixwînin:

1.Kemal Burkay: Radyoya Rewanê û Eznîva Reşîd

https://krd.riataza.com/2016/05/18/radyoya-rewane-u-ezniva-resit/

  1. Mehmed Salih Bedirxan: Banga Eznîva Reşîd

https://krd.riataza.com/2018/05/27/banga-ezniva-resid/

3.Rohat Alakom: Eznîva Reşîd berî 58 salan bi kurdî nivîsîye...

https://krd.riataza.com/2020/03/29/ezniva-resid-beri-58-salan-bi-kurdi-nivisiye/

 

Riataza