Li Başûr çima PDK a Îranê ne, PKK pirsgirêk e? Divê çi bê kirin…
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Başûr çima PDK a Îranê ne, PKK pirsgirêk e? Divê çi bê kirin…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de PKKê dîsa ciwanên Kurdistanê ji malê direvîne. Ev yeka jî nîşan dide ku PKKê li Başûrê Kurdistanê xeteriyeke mezin e. Tiştên ne heq û ne  hiqûqî pêk tîne û zirar dide neteweya kurd.

Loma jî divê dîsa em li ser pirsgirêke PKKê rawestin.

Beriya wê jî ez dixwazim li ser hiqûqa di navbeyna beşen Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê de çend tiştan bibêjim. Di derbarê vê pirsê û an jî mijarê de ceribandin û  têkoşîna neteweya kurd û serokên Kurdistanê dest nîşan bikim. Pişt re jî, helwesta PDK a Îranê şirove bikim.  Piştî wê jî PKKê çi dike û ew rêxistina kî ye û dixwaze çi bike, li ser wê mijarê rawestim. Di dawî de jî divê gelê me û Hikûmeta Kurdistanê çi bike di wê derbarê de pêşniyarên xwe rêz bikim.

CERIBANDINA KOMARA KURDİSTANÊ Û SEROK BARZANÎ..

Wek hemû kurd dizanin ku Serok Mele Mistefa Barzanî fermî nebe jî ji aliyê fîlî û civakî û neteweyî de damezrênerê Komara Kurdistanê ya Mehabadê ye. Dema ku Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed li Qada Çarçirayê avakirina dewleta Kurdistanê îlan dike, Serok Barzanî li cem wî ye. Ew û pêşmergeyên wî wek  parêzerên Qazî Mihemed in.

Piştî îlankirina Dewleta Kurdistanê ya Mehebadê, Serok Barzanî dibe sererkanê dewletê.

Dîsa wek tê zanîn hêza dewletê ya leşkerî pêşmergeyên Serok Mele Mistefa Barzanî ne. Lê ew bi ew hêza xwe ye xurt tu wext nefikiriye ku ji derveyî îradeya serokkomar û Hikûmeta Kurdistanê midaxaleyî karên wan bike. Di bin serokatiya Qazî Mihemed de xebat û karên xwe dimeşîne. Xizmeta xwe ya neteweya li Rojhelatê Kurdistanê pêk tîne.

Dema ku Qazî Mihemed û Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê biryar digrin ku dê li hemberî Îranê şer nekin, ji Serok Barzanî re dibêjin divê tu ji Kurdistanê biçî. Wê demê her çiqas ev biryara ne gor dilê serok Barzaniyê lê mecbûr dibe ji îradeya gelê me yê Rojhelata Kurdistanê re rêz bigre. Encama wê biryarê, ew û 500 hevalên xwe meşa dirêj ya dîrokî dikin, diçin Yekîtiya Sovyetan.

Hîç şik tune ye ew ceribandina hiqûqî di navbeyna beşên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê de bi awayekî zelal, demokratîk, ji azadiyan re rêzgirtî sînor dike.

PDK A ÎRANÊ Û RÊXISTINÊN DIN YÊN ROJHELATA KURDISTANÊ, LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇI HIQÛQÊ DIMEŞÎNIN? ? ÇIMA NE PIRSGIRÊK IN?

PDK a Îranê û Komelaya Zehmetkêşan a Îranê,, di Îlona 1979an de ji bona ku Dewleta Barbar ya Îranê êrişî desthilatdarî û serweriya Kurdistanê kir, ji bona parastina xwe dest bi şerê pêşmergetî kirin. Gelek deverên Kurdistanê rizgar kirin, gelek deverên ku lê desthilatdar û serwer bûn, parastin. Lê hezar mixabin vê yekê dom nekir. Tevgera pêşmergetî li Rojhelata Kurdistanê şikest xwar, vekişandina çiyan û ji bona xwe biparêzin stratejiyek meşandin.

Dema ku Başûrê Kurdistanê azad û serbixwe bû, desthilatdariya kurdan ava bû, ew çûn li Başûrê Kurdistanê cîwar bûn.

Xebata xwe ya rêxistinî, siyasî, pêşmergetî li Kurdistanê birêvebirin.

Dema ku li Kurdistanê cîwarbûn ji bona berjewendiya neteweya kurd şerê xwe yê pêşmergetî sînor kirin. Ji bona ku zirar nedin pêwendiyên desthiladarî û hikûmeta Kurdistanê û Dewleta Îranê.

Partiyên Rojhelata Kurdistanê bi tevayî û PDK a Îranê ji hiqûq û serweriya Kurdistanê re rêz girtin. Gorî hiqûq û desthilatdariya Kurdistanê tevgeriyan.

Ji partiyên Başûrê Kurdistanê re rêz girtin. Tu wext ew bi zimanekî nexweş rexne nekirin. Dema ku rexneyên wan bûn, wan raste rast bi devkî gihandin mixatabên xwe.

Tu dem nefikirîn ku li Başûrê Kurdistanê rêxistin ava bikin û midaxeleyî siyaseta Başûrê Kurdistanê bikin.

Loma jî PDK a Îranê û rêxistinên din yên Rojhelata Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê pirsgirêk nînin. Bi desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê re li hevkirî ne.

PDK a Îranê û rêxistinên din yên Rojhelatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hiqûqa di Dewleta Kurdistan a Mehabadê de ji aliyê Qazî Mihemed û Serok Mele Mistefa Barzanî de dihat domand, dimeşînin.

Divê her kurdek û her rêxistina Kurdistanê vê hiqûqê bipejirîne û ji hiqûqa beşên Kurdistanê re rêzgirtî be. Heger bi beşekê re li hevkirî jî nîne, midaxele neke û li beşa xwe xebata xwe bimeşîne.

PKKÊ ÇIMA PIRSGIRÊK E? PKK-Ê ÇIMA NE KURD E?

PKKê li Başûrê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê 45 sal e ku pirsgirêk e û xirabiyê li Kurdistanê û neteweya kurd dike.

Li Başûrê Kurdistanê di sala 1982an de bi PDKê re peyman çêkir û piştî demekê bi alikariya PDKê çû li Behdînanê li herêma Liqa Yekemîn cîwar bû. Wê demê Dr. Cercîs sax bû û berpirsê Liqa yekemîn a PDKê bû.

PDKê bi her awayî ji wan re dibû alîkar. Hîç şik tune ye ku wê demê jî ew helwesta PDKê hat rexne kirin.

PKKê li Herêma Behdînanê çi kir?

PKKê, endam û berpirsiyarên KUK-SE û Partiya Komunîst ya Iraqê kûşt, parçe parçe kir, xist çalan. Piştî demekê hat zanîn ku PKKê kurdpewer û komunîst kûştine; qetlîamek çekiriye.

PKK ji bona ku li Liqa Yekemîn darbe çê bike, plan çêkir ku di serî de Dr. Cercîs û pişt re jî hemû berpirsiyarên PDKê bikûje.

Ev plan û qetlîama ji aliyê endemekî navendî ya PKKê ve hat diyar kirin. Ew endamê navendî ya PKKê pişt re ji PKKê reviya ev plana qetlîamê diyar kir. Pişt re jî çû li Swêdê bi cî bû. Dewleta Swêdê bi awayekı taybet ew parast.

Loma wê demê jî û nûha jî li Başûrê Kurdistanê PKKê pirsgirêkeke mezin e. Pirsgirêke herêmekê û gundekî nîne, ya tevayî kurdan, partiyên Kurdistanê, hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê ye.

PKKê, li hemû deverên Kurdistanê gund dagir kirine.

PKKê li ser navê bacê ji tevayî gundiyên Kurdistanê xeraç digre û gundan talan dike.

PKKê, ji gundan û ji bajaran xort û ciwanên kurdan direvîne. Wan li dijî Kurdistanê û neteweya kurd dike çekdar. Di van rojên dawî de ji Dûhokê û ji Amêdiyeyê du ciwan revandin. Malbatên wan hawar dikir. Li Dûhokê bi awayekî kîtlewî PKKê hat protesto û şermazar kirin.

PKKê dixwaze ku li hemû kurdistanê malbata parçe bike. Eleqeya ciwan û zarokan ji malbatan qût bike. Wan bike dijminên malbatê. Lewra PKKê dizane ku netew ji malbatan çê dibe.

PKKê li Kurdistanê nahêle ku gundî çandiniyê bikin. Hilberîn bigrin û xwe debar bikin. PKKê dest daniyê ser nan û ava gundiyan.

PKKê, li Başûrê Kurdistanê bi dehan sal e ku dagirker e û li Kurdistanê texrîbatê dike. Loma Şengal û gelek herêm û gund di bin dagirkiriya PKKê de ne. PKKê bi alikariya dewletên kolonyalîst û hêzên wan yên partamilîter vê dagirkeriyê didomînê.

PKKê, bi zihniyeta faşîst, otorîter, totalîter midaxeleyî jiyana kurdên Başurê Kurdistanê dike.

PKKê ji bona ku xizmetî amaca dewletên kolonyalîst bike, li Başûrê Kurdistanê rêxistinên siyasî û nesiyasî yên paramilîter ava dike, midaxeleyî siyasetê dike.

PKKê li dijî dewletbûna neteweya kurd e. Loma jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derket. Ji serî de Başûrê Kurdistanê wek Îsraîla 2emîn bi nav kir. Loma jî, ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê hilweşîne her xirabiyekê dike. Bi YNKê û rêxistinê wek wan re ji bona vê yekê tîfaqên qirêj ava dike.

PKKê, ji desthilatdarî û serweriya Kurdistanê re, ji hikûmeta Kurdistanê re, ji partiyên Kurdistanê re, ji serokên Kurdistanê re, ji hiqûqa Kurdistanê re rêz nagre. Li dijî van hêjayiyan şer dike.

Wek tê zanîn PKKê ji bona Kurdistana azad hilweşîne piştî Şerê Kendavê, berê li dijî PDKê, Pişt re li dijî PDKê û YNKê, pişt re jî bi YNKê şer kir. Bi hezaran pêşmergê kûşt. Loma Serok Mesûd Barzanî ji 25 dewletan re raporek amade kir û diyar kir ku PKKê çewa rêxistineke terorîst e.

PKKê ji bona ku pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û dewlatên tîfaqkar xirab bike û têk bibe, provokasyona dike. Li Hewlêrê dîplomatên Tirkan ji bona vê yekê kûşt.

Dagirkeriya PKKê bûye sedem ku dewleta Tirk her roj gund û hewirdorên gundan Kurdistanê bombaran bike. Gundî, gundên xwe terk bikin. Dewleta Tirk 35 kîlometreyê di nav axa Kurdistanê de qeraqolên xwe ava bike.

Loma pirsgirêke PKKê mezin e. Pirsgirêke hemû kurdan e.

Ew hemû enstruman diyar dikin ku PKKê rêxistina Kurd û Kurdistanê nîne. Xizmetî berjewendiya neteweya kurd ne, xizmetî dewletên biyanî û kolonyalîst dike. Rêxistineke dagirker, terorîst e.

DIVÊ GELÊ ME ÇI BIKE?

Beriya vê çend rojan Dûhokiyan ji bona ku civanekî wan ji aliyê PKKê de hatibû revandin ku berê jî ciwanên hatine revandin hatine kûştin, ji bona ku serlêdana wan bê bersîv maye, Hikûmeta Kurdistanê jî, ji bona ku pirs çareser bibe, gav neavêtîbû, li hemberî PKKê protestoyeke girseyî pêk anîn.

Tê zanîn ku di heman rojan de jî, ji Amêdiyê ciwanek hatibû revandin. Diya wî ciwanî hawar dikir, ji hikûmeta Kurdistanê alîkarî dixwest.

Dûhokiyan gotin ku heger ciwanê wan paşve nayê şandin, ewê bi metodên radîqal li hemberî PKKê rawestin. Dûhokî di şerê Dîktatoriya Seddam de xwediyê ceribandinê ne. Loma jî dûr nîne ku li hemberî PKKê çek bi kar bînin. Ew jî dibe sedema kaosekê.

PKKê jî dixwaze ku li Başûrê Kurdistanê kaos çê bibe. Ji wê kaosê tevlihevî provakasyon çê bike.

Loma divê gelê me dest ji protestoyên girseyî û bêîiaatkariyê ber nedin.

DIVÊ DESTHILATDARÎ Û HIKÛMET Û PARTIYÊN KURDISTANÊ ÇI BIKIN?

Ji bona ku pêşiya xirabiya PKKê bê girtin, li Kurdistanê kaos çênebe, Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Kurdistanê divê  wezîfeya xwe ya hiqûqî pêk bînin; wezîfeya xwe ya siyasî û civakî pêk bînin. Serwerî, desthilatdarî, hiquqa xwe, hêjayiyên xwe li hemberî PKKê biparêzin. Mafên jiyanê ya hemwelatiyên xwe biparêzin.

Ji bona vê Hikûmeta Kurdistanê di Meclîsa Kurdistanê û Meclîsa Federal de dest bi xebatê bike. Ji bona ku PKKê ji Kurdistanê derkeve û dûr bê xistin, biryar bên girtin.

Hikûmet dema ku PKKê jı welêt dûr xist, li Başûrê Kurdistanê midaxeleya dewletên dagirker û kolonyalîst yên cîran dê kêmtir bibe.

Diyarbekîr, 15. 05. 2020