Rolekî mezin dikeve ser milê Amerîka!  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rolekî mezin dikeve ser milê Amerîka!  

 Di nivîsa min a 11.05.2020 an de, min çend pirs û divayî rêz kiribûn ku, ji bona hevkarî û hemahengîya di navbera hêzên kurdan de û hin jî ji bona têkilîyên Amerika û kurdan, divê ev pir zelal bibûna.

Pirs û divayîyên min ev bûn:

Gelo wê Amerika bikaribe hêzên Kurd di bin enîyek sîyasî-leşkerî de bike yek?

Ji bona ku bikaribe pêşî li xurtbûna rejîma Sûrîyê bigire, divê Amerika çi bike?

Divê pêşî li guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê bigire û herêmên Kurdan bike yek.

Divê van herêmên xaka Kurdistanê ji bin dagirkerîya Tirkan û hêzên tundrew rizgar bike.

Divê çavkanîyên dahatên van herêman teslîmî kurdan bike.

Berî her tiştî divê em tekez bikin ku bê biryara Amerika li Sûrîyê çareserîyek sîyasî û erênî ne mumkûne. Ji bona vê jî têkilîyên kurdan û Amerika, ji bona berjewendîyên herdû alîyan jî pir girîngin!

Di van çend mehên borî de Rusîya bi alîkarîya Rejîma Sûrîyê li herêma İdlib û Minbiç hinek baregehên leşkerî bidestxist û kontrola xwe zêde kir. Sebebên van hewlên Rûsîya û Rejîma Sûrîyê pir alî bûn; divê bandora Tirkîyê li wan herêman bihata sînorkirin û pêşî li pêşketin û bicîhbûna Îran bihata girtin. Armanca din jî xurtkirina destê rejîma Sûrîye bi xwe bû.

Di vî warî de li ser axa Sûrîyê, di navbera Rûsîya û Îran de rekabetek leşkerî a berfireh heye. Bingehek girseyî a Îran jî di nav Elewîyên Sûrîyê de heye û Îran vê bikar tîne..

Rûsîya, bi rêya Îsraîlê tevdegerînên Îran li ser axa Sûrîyê sînor dike. Ji ber wê jî Rûsîya ji hêlekê de bi Tirkîyê û Îran re tevdigere, ji hêla din de tehdîdên van herdû dewletan berbiçav li ser axa Sûrîyê dibîne û car caran firên dike. Ev jî tê wateya ku wê Rûsîya ti caran li ser axa Sûrîyê bi Îran û Tirkîyê re hemahengîyek stratejîk tercîh neke.

Têkilîyên Rûsîya bi Îran û Tîrkîyê re demkî ne û gotina dawî li ser nexşerêya Sûrîyê wê ne bi van herdû dewletan, wê bi Amerika re bimeşe. Ji bona vê jî, têkilîyên Kurdan û Amerika ji bona berjewendîyên herdû alîyan wê pir girîng be.

Her çiqas bi hevkarî û hemahengîya Rûsîya, rejîma Sûrîyê mesaja ku „her tişt di bin kontrola min de ye“(!) dide jî, Sûrîyê welatek hilweşîya ye. Balansa sîyasî-civakî belav bûye. Ji ti hêlê de rewşa sîyasî eyar nagire. Opozîsyona Sûrîye jî ji bingehek meşrû derketîye û piranîyên hêzên opozîsyonê wekaletê ji şer re dikin. Bûne hêzên tûndrew di destê Tirkîyê û hin welatên Ereban de. Ev rewş jî xebatên li ser nexşerêyek siyasî asteng dike. Çêkirina makezagonek hevpar jî zahmet dike.

Ku ez vegerim ser pirsên xwe!

Berî har tiştî divê Amerika bawerîyek stratejîk û dûdirêj bide kurdan, ku wê kurdan di rêka siyasî de, ji dijminan re neke parî. Ev pir girînge. Ji ber ku kurdan ji sîyaseta durû û ya parastina statûkoya herêmî pir kişandîye û pir caran rû bi rûyî xiyanetan jî bûye.

Hemahengîya di navbera Amerika û Rûsîya de bû sebeb ku Kurd 60 ji % axa xwe weda bikin. Tirk têkevin Başûrê Rojavayê Kurdistanê û demografîya xaka vî beşê Kurdistanê bêt guhertin. Bi sedhezaran Kurd koçber bûn û mal û mikên xwe li cîh hiştin û welatê xwe terikandin. Di kampên koçberan de perîşanin. Kurd naxwazin carek din ev bêt serê wan.

Ji bona ku Amerika li ser axa Sûrîyê xwedî gotin be, divêtîya Amerika bi kurdan heye. Ji bona ku Kurd jî li ser axa xwe bibin xwedî statûyek siyasî û bibin xwedî maf, divêtîya Kurdan jî bi Amerika heye. Di vir de ji bona ku herdû teref bi hev bawer, li ser stratejîyekê hûr hûr bibin, divê Kurd yekitîyek sîyasî-leşkerî avabikin û bi vîzyonek netewî, stratejîk tevbigerin. Îktîdarê bi hev re parvebikin û artêşek netewî derxin holê ku bandora îdeolojî, partîzanî qet li ser vê artêşa netewî nemîne. Di vir de rolek mezin dikeve ser milê Amerika ku, giranîya xwe bikar bîne, ku bikaribe kurdan di bin sîwanekê de ji bona yek armancê bigihîne hev. Ev di berjewendîyên Amerika jî de ye.

Rewşa Efrîn, Carablûs, Girê Spî û Serê Kanîyê pir xerabin. Ev deverên xaka Kurdistanê, di bin talan û êrîşên dewleta Tirkîyê û hêzên Tundrew de perîşan in. Bi Sedhezaran kurdên van herêman di kampên koçberan de dimînin. Divê Amerika bibe alîkarê dîtina çareyekê ji van pirsgirêkan re û xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê bêt rizgar kirin û bibe yek.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê divê tenê kurdên vî beşê Kurdistanê xwedî gotin bin. Bandora PKK li ser vî beşê Kurdistanê zerarek pir mezin da vî beşî, ku îro 60 ji % miletê me axa xwe wenda kirîye û bûne koçber, penaber. Di virde jî rolê mezin dikeve ser milê kurdperwerên Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku, wî beşê Kurdistanê nekin qurban ji îdeolojîya PKK re.

Sîyaseta yekalî, totalîter a PKK kir ku, beşê Başûrê Rojavayê Kurdistanê bibe dijminê statûya Başûrê Kurdistanê.

Di her mercî de Başûrê Kurdistanê di hewara Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê de çûne, bûne piştevanê wan. Hin di dagirkirina Kobanê de, hin di rewşa koçberîya Girê Spî û Serê Kanîyê de û hin jî di van demên bandora Şewba Koronayê de çi ji destê Başûrê Kurdistanê hat, ji van birayên xwe re kirin. Lê PKK, bi çavekî dijminane, her êrîş anî ser Başûrê Kurdistanê û xwest vê rastîyê ji miletê Kurd, ji tereftarên xwe veşêre.

PKK „doza yekitîyê“ dike! Divê pêşî devê berdevkên xwe bigire û li çapemenîya xwe bigire, ku dijminatîya Başûrê Kurdistanê nekin. Başûrê Kurdistanê xakek Kurdistanê a azad û xwedî statûyek navdewletî ye, meşrû ye. Rêveberên Başûrê Kurdistanê îradeya Kurdên vî beşê Kurdistanê temsîl dikin. Berî hertiştî divê PKK hurmetê ji îradeya vî beşî re bigire.

Di her beşê Kurdistanê de xwedî maf, rûniştînerên wî beşî, sîyasetmedarên wî beşî, şervanên wî bi xwe ne. Divê herkes û hêz têbigîhên, ku ti mafê wan tineye beşekî din têxin bin bandora xwe.

14.05.2020