Di mehekê de li parêzgeha Hewlêrê 110 doz li hember tundiya nav malbatê hatine vekirin Di mehekê de li parêzgeha Hewlêrê 110 doz li hember tundiya nav malbatê hatine vekirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Di mehekê de li parêzgeha Hewlêrê 110 doz li hember tundiya nav malbatê hatine vekirin

Gişbîn Hewlêrî

BasNews – Rêveberê tekoşîna hember jin û malbatê li Hewlêrê ragehand, tewşên tomar kirina doz li hember tundiya nav malbatê li gor mehên din kêm bûye, di meha Nîsanê de li parêzgeha Hewlêrê 110 doz ango gilî hatine kirin.

Rêveberê tekoşîna tundiya jin û malbatê – Hewlêrê Ferman Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşên tomar kirina tundiya nav malbatê di heyama mehekî de li sînorê her 5 ofîsên rêveberiya me ya tundiya malbatî de, li parêzgeha Hewlêrê di meha Nîsanê de 110 gilî û doz hatine vekirin û ev jî derdixe ku li gor mehên berê rêjeya tundiya nav malbatê kêm bûye.’’

Ferman Mihemed ragehand: ‘’Di vê mehê de du bûyerên şewitandinê hebûne, yek ji wan xwe şewitandin bû, ya din jî şewata bi qeza bû. Lê ji ber rêjeya şewatê kêm bû ew her du kesane jî naha jiyan dikin. ‘’