Bûbê Eser
PKK li ku bû desthilat
Li wir ji bona dagirkeran roj hilat
Tiştên wan nikarîbû bikirana
Bi saya PKK daxwaza wan pêk hat
Bi salan em vê dibêjin
Lê yên vê rewşê vebêjin
PKK wan dikin dijmin
Dijmin jî dike deshilat
Êdî em hatin dawiya vê senaryoyê
Lê mirov nehiştin hemî xesandin
Bi destê dijmin hemî dane revandin
Yên man jî hemî qudûmşestî kirin
Heta hebe me PeKeKe
Wê kurd bibin weke teneke
Heger tu dernexe dengê xwe
Wê deng derxin bo te tune bikin
Dema PKK derket nexwest ala kurdî
Bi zanetî lîst û xwe kire weke rovî
Bi daxwazin mezin kurd kirin kovî
Taliya talî rohnî li me kir tarî
Me ji roja evil de ev zanî
Lê kesan bawerî bi me neanî
Dengê defê ji dûr ve xweş dihat
Loma wan bawerî bi wî dengî anî
Niha lîstikê ji nû de geş dikin
Dixwazin bi pêşmêrgeyan re şer bikin
Ji bona pêşmêrge dest ji erda pîroz berdin
Çi tiştên xerab hebin li gel YNK wê dikin
Fêm nekirine ev helwesta wan a dawiye
Ev ê bibe sedema dawî anîna wan e
Niha hertişt eşkere û zelal bû
Dawî lê hat hema bêjin kurdistan xilas dibe
Pkk ye doste li gel ynk ye
Niha bi hevre kar dikin bo vê ye
Ji bona têkbirin û firotina erda azad e
Lê wê bi sernekevinn bigirin dersa xwe
Gel êdî wan bi zalalî naskirin ew kîne
Fêm kirin derde wan tenê pere anîne
Lewra dixwazin bifroşin kurdistanê
Da ku ji bona xwe peran bîne…
Ma li ku hatiye dîtin ev yeka
Welat wêran kirin, firotin brayê xwe
Herduyan bi hevre kar kirin ji bona xwe
Wê bixwazin bifroşên erd û namûsa xwe
Lê kurdno netirsin me heye qawetek
Ji bona me û azadiyê danîne rêbazek
Heta hebe ew rêbaz wê tirs tunebe bo herkesek
Dê ragihînin Kurdistaneke azad û serbixwe…