Dr. Hişyar Yuksel: CONVID 19 bihêsanî belav dibe û tehlukeya wê zedê dibe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dr. Hişyar Yuksel: CONVID 19 bihêsanî belav dibe û tehlukeya wê zedê dibe

BASNEWS-

Mehmed Salih Bedirxan

Nexweşiya vîrusa CONVID 19 ku weke Koronayê jî li cihanê tê zanîn niha weke pêlekê deryayê seranserê cihanê daye ber xwe. Ev nexweşiya beriya bi 3 mehan li eyaleta Wuhanê ya Çînê peyda bibû roj bi roj li her welatî dibe sedema mirina bi de hezaran kesan û nexweşketina sedhezaran. Ligel welatên zilhêz yên weke Amerîka, Kanada Rûsya, Almanya, Îtalyaî Fransayê bi dehan welatan rewşa awarte ragihandine û bi armanca parastina hemwelatiyên xwe ku dam ku di malen xwe de bimînin leşker û artêşên xwe jî rijandine ser kolnan.

Akademisyen û pisporê mîkrobîyolojiyê yê kurd Dr. Hişyar Yuksel ku niha li Zaningeha Göteborg, Akademîya Şalgeranska ya Medikalê di Beşa Klînîk Mîkrobiyolojîyê de kar dike, derbarê xweparastina ji Koronayê, proseya peydakirina aşiya Koronayê ji BasNewsê re axivî. Dr. Yuksel behsa metirsiya Koronayê dike û dibêje vîrusa Covîd19 bi lez belav dibe lewre ew jî talûkeya wê zêdetir dike.

Gelo rêbaza herî bibandor a xweparastina ji vîrûsa koronayê çiye?

Ji bo xweparastina ji vê nexweşîyê, pêşîyê dive em bizanin ka ev nexweşî çewan derbasî mirovan dibe û çewan belav dibe? Ger mirovek nexweş, dema ku bêhnijî an jî kuxiya bi rêya dilopan ev vîrus jî derdikeve. Dema ev dilopên bivîrûs temasê cihekî bikin, vîrus jî digihîje van deran, peyre dema mirovên saxlem dest bidin van cihên bivîrus wê çaxê vîrûs digihîje destê mirovan. Bi destdana çav, poz û dev jî vîrûs dikeve laşên mirovan. Ji ber van sedeman paqijîya destan û durketina ji civakên qelebalix, rebazên herî bibandor in.

Gelo ev vîrûs mîkro organîzmayek çawa ye pênase çawa tê kirin?

Vîrusên korona navê xwe ji şiklên xwe digrin, ji ber ku ev vîrûs bi rengê tacan de ye, wateya tacê ya bi latînî wek Corona tê binavkirin. Nêzikî 50 curên vîrusên koronayê hene, tenê 7 ji wan derbasî mirovan dibin, ji van 7 an jî tenê 3 mirovkujer in. Ev her 3 cureyên tehluke ji bo mirovan, SARS (Çavkanîya vê vîrusê pisîk in, ji 2002 yê heta 2004 an 8 hezar mirov pê ketin 774 ji wan mirin) MERS (Çavkanîya vê vîrûsê deve ne, 2012yan de 2500 kes pê ketin 858 ji wan mirin û ya dawî Convid-19 (Çavkanî dibe ku çilêçilê be, heta îro 375 hezar mirov pê ketin 16 hezar ji wan mirin e). Ji van her 3 vîrusan ya herî tehluke MERS e ji ber ku %34 kesên bi vê virusê ketine mirin e ev hêjmar ji bo SARS ê % 9 e ji bo Covîd 19 yê jî % 4 e, lêbelê ji ber ku Covîd19 gelek şid û bihêsan belav dibe, ev yek tehlukeya vê vîrûsê zêdetir dike.

Gelo tiştek wisa qet hatibû serê cîhanê, ferqa wê ji yên din çiye?

Belê ev ne cara yekem e cîhan bi nexweşiyên pandemîk ve rû bi rû dimîne. Em dikarin çend mînakan ji wan bidin. Yek jê Şewba Îspanya ye, bi rêya vîrûsa bi navê H1N1 belav bûye, li gorî texminan vê pandemîyê di navbeyna salên 1918 û 1920an de bandor li ser nêzikê 500 milyon mirovan kiriyê û bûye sedame mirina zêdetirî 20 milyon mirovan. Mînakek din jî Şewba Asyayê ye di sala 1958an de li Çînê derçuyê û 2 salan berdawkiriyê, li gora taxmînan 2 milyon kes ji ber vê nexweşîyê mirin e. Nexweşîya AIDS jî ya ku vîrusa HIV dibe sedem yek ji pandemiyên herî bi bandor e, ji 1981an heta îro zêdetirî 30 milyon kes ji ber vê nexweşîyê mirin e. Mirov dikare nexweşîya veba yê jî wek mînaka herî dramatik ya pandemîyan bide, nexweşî di sala 1346an de li Asyayê dest pê dike bi rêya keştîyan li Ewropayê belav dibe, ev pandemî 7 salan berdaw dike, li gorî hin lêkolînan bûye sedema mirina zêdetirî 100 milyon kesan.

Di cîhanê de niha xebatên peydakirina dermanê vê nexweşiyê di çi astê de ne?

Heya vê gavê tu dermanek an jî aşîyek ku sedê sed vê êşê derman bike an jî rê li ber bigre nîne, lê xebatên li ser dermankirin û aşîyan bêvebir berdewam in. Hinek encamên hêvîdar bidest ketin e. Çend aşîyek ku dikare rê li ber vê nexweşîyê bigre peyda bîne û niha di asta ceribandina klinik de ne, herî zû heta serê dawîya payîz an jî serê zivistanê ji bo bikaranîna ser mirovan amade dibe. Li ser dermanan jî em dikarin bêjin erê ji xwe dermanek ku raste rast vê nexweşîyê sedê sed derman bike nîne lê belê hin dermanên din yên ji bo nexweşîyên cuda tên bikaranîn dibe ku ji bo dermankirina vê nexweşîyê bibe alikar. Ev derman jî dermanê sitma(lerzeta)yê, dermanê AIDSyê û dermanê Ebolayê ye. Li ser van xebatên berfireh didomin.

Ji bo ku aşiyek were peyda kirin û bo cîhanê were belavkirin kîjan merhele tên şopandin?

Ji bo peydakirina aşîyekê sê xalên sereke hene, xala yekem ewe ku divê genetîka vîrusê were eşkerekirin û rêza genan were diyarkirin. Peyre jî , zêdekirina vîrusê ku ne patojen bê kirin, pişti vîrusa qels ya ku nexweşî jê çênebe hat destxistin derbasî xala duyem dibin. Di xala duyem de ceribandina aşîyê li ser ajalan tê kirin ne tenê cureyek yên ajalan lêbelê li ser çend curêyên ajalan tê ceribandin û xebatên dozajê jî di vê merheleyê de tên kirin. Xala dawî jî ceribandina li ser mirovan e, pêşîyê ev aşî li ser deh kesên xwebexş (volunter ) beşdarî vê xebatê dibin tê ceribandin. Heger bandora vê aşîyê yên neyînî li ser mirovan nebe, wê gavê ceribandina li ser kesên nexweş destpê dike. Ji vê merhelê re dibêjin asta klînîk û ev merhele bi mehan berdewam dike. Pîştî va her sê xalan ku aşî serkeftî be, dest bi zêdekirin û belavkirina li cîhanê tê kirin. Xebatên aşîyên ji bo Convid-19 jî di asta klînîk de ne.

Gelo di dîroka tendirustiyê de wê dîrok wek beriya koronayê û piştî koronayê were dabeş kirin?

Bêguman sedê sed piştî koronayê wê tu tiştek ne wek berê be, hîn ji niha em dibinîn li temamê cîhanê li hemû welatan kêm zêde bandora vê nexweşîyê li ser jîyana rojane derçûye. Em ji xwe li serdema dîjîtal de dijîn. Em hemû di jiyana xwe de platformên dîjîtal bikartînîn, ev platform wê zêdetir belav bibin, wek perwerda li malê wek karên li malê û her wiha. Li hêla din tevahîya cîhanê carek din zelaltir têgêhiştîyê, di vê serdema global de, pirsgirêkên herêmî, wek herêmî namînin û li seranser li hemu deran belav dibe di demek kurt de. Ev yek jî pêwîstîya tevgerên hevbeş derdixê hol ê. Li kîjan alîyê cîhanê pirsgirêkek ya mirovahîyê hebe, dive hemu alîyên cihanê dest bavêjin vê pirsgirêkê û bihevdure çareser bikin. Wek mînak pirsgirêkên penaberan, pirsgirêka germahîya global, pirsgirêka ewlehiyê , rayedarên cîhanê pêwiste bi hevre çareserîya van pirsgirêkan bibînin. Wê gellek bandorên vê nexweşîyê li ser mirovahîyê çêbe, wek civakî, wek aborî, wek çandî. Ev cara yekem e Kurd cejna Newrozê li malê pîroz dikin, ev cara yekem e mizgeft hatine girtin, dêr û sînagok hatine girtin.

Gotineke te bo xelkê heye gelo?

Herî dawî ez dixwazim bi rêya we bang li hunermend, sazî û rexistinên civakê bikim, di van rojan de pêwîstîya gel bi moralê heye ne tenê bişîretan. Lêbelê bitevgeran û çalakîyan li cem gel bin. Ne tenê bi banga li mal bimîne, pêwîste ji bo em li mal bin, ew jî li ser platformên dîjîtal hin bernameyên înteraktîf amade bikin û bigihînin me. Bi şewrê bi piştevanîyê, bi alikarîyê em ê van rojên xeter derbas bikin. Ez dixwazim kesên emrê wan di ser 60î re û kesên nexweşîyen kronik yên weke nexweşîyên dil, gurçik û diyabet em li wan miqate bin. Bi hêvîya rojên aram û bitendirust.

Dr. Hişyar Yuksel kî ye?

Dr. Hişyar Yuksel ji bajarê Cizîrê yê Şirnexê ye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Cizîrê temam kiriye. Lîsansa û master û doktoraya xwe li Zankoya Dîcleyê ya Diyarbekirê wergirtiye. 6 mehan li Zanîngeha Pragê li Institue of Chemical Technologyê perwerde stendiye. Niha jî li Zaningeha Göteborg, Akademîya Şalgeranska ya Medikalê di Beşa Klînîk Mîkrobiyolojîyê de kar dike.

Herwiha gelek makaleyên Dr. Hişyar Yuksel di kovarên zanistê belav bûne. Niha li ser peydakirina antîbîyotîkên xwezayî kar dike. Xebatên wî li ser avakirina sîstema sterîlkirina hewayê jî berdewam dikin. Dr Hişyar Yuksel bi kurdî, înglîzî û tirkî dizane.