BasNews- Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê derbarê 24 saetên dawî yên vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristîyê wiha ye:
Derbarê nexweşîya vîrusa Korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîya berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên hilgirên vê vîrusê û bi evê yekî jî:
Hejmara hemwelatîyên di karentînan de bûn 4265 hevwelatî bûne li 35 cihên cuda ku di niha de tenê 1784 hemwelatî di karentîneyê de mane û 2481 hemwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan. LI gel korentînekirina hejmareka dî ku îro hatine karentînekirin, ku tevahiya wan 277 hevwelatî bûn, ku ji evê hejmareyê 200 li Hewlêrê, 44 li Silêmanîyê, 13 li Dihokê, 20 li Helebceyê ne.
Di dema 24 demjimêrên borî de, 126 pişkinîn hatin encamdan, 46 li bajarê Hewlêrê, 47 li Silêmanîyê û 33 li Dihokê. Di encam de 3 tûşbûyên nû li bajarê Silêmanîyê hatin tomarkirin. Yekem zaroyekê temen 4 salîye ji Îran vegeriyabû. DÛyem jineka temen 27 salîye. Sêyem jî jineka temen 45 salîye ku jina wî tûşbûye, ewê canê xwe ji dest daye.
Di niha de hejmara tevaya helgirên vîrusa Korona nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 37 halet in, di nav vê hejmareyê de, 1 haletê mirinê heye û 9 nexweş bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkîne.
Tevî destixweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendibûna hevwelatîyan ku îro li mal man. Carek din tika dikin pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi xeta acîl 122 di dema pêwîst de.