Iraqê henarde û dahata neftê ya meha Çile ya 2020ê aşkera kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Iraqê henarde û dahata neftê ya meha Çile ya 2020ê aşkera kir

Herman Xalîd

BasNews – Berdevkê wezareta nefta Iraqê henarde û dahata nefta Iraqê ya meha Çile ya sala 2020ê aşkera kir.

Îro 24.02.2020ê berdevkê wezeta nefta Iraqê Asim Cîhad di beyanameyekî de ragehand, henarde kirina neftê li bîrên cuda û Kerkûkê di meha Çile ya sala 2020ê aşkera kir.

Vê meha Çile ya borî de şîrketa bazirganiya nefta Iraqê Somo, 102 milyon û 485 û 591 bermîlên neftê firotiye.

Di cîhê wê nefta hatiya firotin de, 6 milyar û 163 milyon û 383 hezar dolar wek dahat bo Iraqê hatiye dabîn kirin.

Li gor wê jî 101 milyon û 62 hezar 366 bermîl li bîrên nefta başûr û naverast a Iraqê hatine henarde kirin. DAhata wê jî 6 milyar û 85 milyon û 32 hezar dolar bûye.

Herweaha Milyonek û 114 hezar û 35 bermîl jî ji bîrên nefta Kerkûkê hatiye henarde kirin û dahata 63 milyon û 663 hezar û 137 dolar bûye.