Yildiz Çakar: Tasa afrîneriya xwe ji kaniya Qerejdaxê dadigrim
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Yildiz Çakar: Tasa afrîneriya xwe ji kaniya Qerejdaxê dadigrim

Mehmed Salih Bedirxan

Nivîskar rojnameger û helbestvan Yildiz Çakar demeke dirêje bi xebatên xwe bala xwînerên edebiyata kurdî dikşîne. Ligel jiyaneke dirêj di nava rojnemevaniyê û helbestvaniyê û romannûsiyê, çend salên dawî li Ewropayê Yildiz Çakarê dest bi nivîsîna şanonameyan jî kiriye. Herwiha ligel nivîskarên biyanî dest bi xebatên navneteweyî yên edebî kiriye. Di bernameyên edebî da behsa kurdan û zimanê wan dike û hewl dide edebiyata kurdî jî ligel zimanên din ê cihanê cihê xwe bigire.

Yildiz Çakar derbarê xerîbiyê, tesîra xeribiyê li ser karê wê yê edebî û xebatên wê yên ligel nivîskarên navdewletî ji BasNewsê ra axivî. Çakar dibêje; herçend ew ji welêt dûr be jî welat her di bîr û bala wê daye û ew tasa  afrîneriya xwe, ji kaniya Çiyayê Qerejdaxê dadigire.

-Tu jî weke gelek rewşenbîrên kurdan neçar ma ku li derveyê welat bijî. Ev dûrbûna ji welat çi tesîrê li afirîneriya te dike?

Dema zarok bûm dapîra min her şev qala sirguniyê dikir. Weke çîrokên mîtolojîk min guhdariya çîroka jiyana wê dikir. Di serhildana Şêx Seîd de şereke dijwar li Qerejdaxê çêdibe. Esker ji ber piştgiriya serhildanê bi kalikê me yê mezin re şer dikin. Ev şer şereke dijwar e. Di encama wê de kalikê me şehît dikeve.

Pişt re mala kalikê min li Qerejdaxê xera dibe. Ên mayî (piranî jin in) berê xwe didin deştê. Hemû malbat, zar û zeç bê mal û bê pergal dimînin. Heta ku jiyaneke nû li deştê diafirînin. Lê ev serpêhatiya wan a jiyanê  her yek di ruhê min de dewsa xwe pir mezin in.  Gotineke heye  dibêjin "qedera dê çibe yê zarokên wê jî wiha ye". Qedera mezinên me weke laflafokek xwe li me jî pêça bû. Hîn 15-16 salî bûm me Amedê bi lingên xwasî û bi xwîn terk kir. Navê wê sirguniyê bo min zortir bû. Sirguniya di nava sinorê de bû ev. Bifikire mala te du gav ji te dûre û tu nikare herê. Hesteke ecêb e. Tu xwe weke hîçekî hîs dikî. Ne tu karî biçî mala xwe, ne tu karî dawa nasîna kujeran bikî ka bo çi sibeyeke biharê berê xwe didin mala te, ne dibêjin zarok, ne dibêjin jin dixwazin wan bikujin.  Ne tu karî bi zimanê xwe bijî, ne tu karî di mala xwe de bi aram bî. Dîsa jî tu berxwe didî, dixwazî bijî. Li ser ewqas xerabiyan dîsa jî rengê jiyanê pir geş e li ba me.

Ji ber ku koka hebûna me pir sexlem e. Dikin nakin nikarin me ji axê hilqitînin.  Carinan nexweş diketim ciya min digo tu pir carisî. Kesên an tiştên berxwe didin û zorin ji wan re wiha tê gotin. Loma jî em carisin li hember êşê. Êş nikare me tune bike. Çiqas ji me dixwe em ewqas xwe xweşik dikin. Bo vê jî dûrbûn tu car nekariye min ji axa min bike. Xwe ji wan birînên dapîra xwe weke axa Qerejdaxê hîs dikim.Loma jî hertiştên di dilê min de pir zindîne, loma jî bandora xwe li ser afrîneriya min dikin.Ez tasa afrîneriya xwe ji kaniya Qerejdaxê dadigrim, çiqas şîrîn be jî ewqas bi êş e. Çiqas tîna min bişkîne jî ez her xwe tî hîs dikim.  Ji ber ku bi vî şiyarbûnî negihaştim mezinên malbata xwe. Piranî zû koç kirin ji vê dinê..

Di nava du jiyana de me. Yek li ba min zemaneke pir kevn, bi dengê bilûra şivanan li nava çeltûkên Qerejdaxê de dimeşe, yek her bîrîndar e, bê aram e û li kuçe û bajarên xerîb winda dibe. Îro li derveyê sinora mala xwe me, biqasî sirguniya nava sinoran ne zor e. Vê ferqê nû nû hîs dikim, dibînim. Weke ku ji nava egir derketibim, niha nû ferq dikim li ku bîrînên min bi xwîn e, li ku qalik girtiye. Hîn nû dibînim kijan aliyê min bûye arî an kîjan aliyê min maye weke xwe. Şer, xwîn, kuştin, sirgûnî, feqîrî hemû şeklek daye me. Niha ez û bîranînên xwe yê zarokatiyê li vê sirgûniyê tikû tenên.

-Karesta Şingalê tevera serekî ya romana te "Ev Rê Naçe Bihuştê" bû û te çîrokên jinan nivîsandiye. Xwînerê te di Gerîneka Guernicayê de rastî çîroka Lîsa û serboriya wê tên. Çima karekterên te yên sereke jin in û çîrokên jinan dinivîsî? Rewşa jina kurd bûye sedema van çîrokana?

Romanên kurdî ya ku ji aliyê mêran ve hatibûn nivîsîn bû sedem. Rastiyek heye em hemû jî dizanin niha li Kurdistanê barê herî giran li ser milê jina ye. Li ser milê dayika ye. Lê di van romanên mêran de min yek qereqtereke jin (îstîsna ne tê da) ku karibe nasnama jinê li ser hebûna jinê temsîl bike min nedî. Hemû nasname nasnameya desthilataran bû ku li jina kurdan bi zorê hatibû fesilandin. Roman ev tişt e ku bandora xwe li ser civakan heye. Kare nasnameyan çêke. Îjar ez dipirsim van romanên mêran ku her carî jina kurd dibe dike malê eskerê tirkan dike rêya xerab, an kîjan mêr derdikeve hember wan karekterên jin ku jin bi hêsanî bi wan re radibe û rûdinê- ku di rastiyê de ji rastiya jinê dûr- gelo nasnameyeke çawa çêdike û çi empozeyê civakê dike?

Helbet di mijaran de romanûs azad e ku jixwe re çi bixwaze kare binivîse, lê dema hejmara van romanan pir bin nexwe heqê min heye ku bipirsim ka jinên kurdan ka dayikên kurdan, ka çanda bav û kalan? Çima nikarim di van romanan de tiştên eslî bibînim. Çima tiştê ku dijmin bi jina kurd kiriye weke tişteke pir xweşik hatiye estetîze kirin.  Ger desthilat wiha bikira mere dikaribû fam bikira. Lê em? Ez dikim nakim nikarim fam bikim.Loma jî min biryar da min go ez ê romanên jinan binivîsim.

Bo wê di her du romanan de min "dayik" bikar anî ku ev her du şêwe min bi taybet hilbijart.  Her du yan de jî bi zanebûn min aqilê romanê kir dayik. Ji ber ku Kurdistan bixwe dayik e. Ziman dayik e. Berxwedan dayik e. Ê çima dayik tunebûn di romanan de?  Di van romanan de min çîrokan, meselokan, girêkan û qerekteran li gor cihana jinê sewirand, çêkir. Belkî careke din ezê romana dayikan nenivîsim,  lê qenebe ez ê pişta xwe bispêrim wan her du romanan ku wê her dilê min bi wan re be. Ez ê ji wan hêzê bigirim. Ji ber ku romanên ku hîn min çap nekirine bi qerekterên xwe gelek cûda ne.

-Tu li Diyarbekir mezin bû, bixwe ji Qerejdaxê yî û gelek serboriyên te li Qerejdax û Diyarbekirê hene. Tu bêriya Qerejdax û Diyarbekirê dike.

Bêrî kirin û mirin dişibin hev. Her du peyv jî li ser esasê tunebûnê çêbûne. Loma jî ez çiqas dûrim ewqas nêzim. Çiqas bi mirinê re kêm dibim bi malokên biranînê xwe ve careke din xwe li xwe zêde dikim..

 -Ligel roman û çîrok û helbestê li tarawgeyê te dest bi xebatên nivîsîna şanonameyan jî kiriye. Her wiha ligel Kraliyetê ya Şanoya Shakespeareyî kar dikî. Dikarî derbarê kar û barên xwe yên li ser şanonemyan zanyariyan bi xwînerên me rapar vebikî?

Di sala 2006, 2008 du caran hatibûm Almanyayê. Wê çaxê beşdarê bernameyan bibûm. Helbestên ku min di van bernameyan de xwendibû ji hêla wêjevanên elmanan ve hatibûn ecibandin ku ji wê çaxê de digotin helbestên te weke şanoyê ne. Ji ber ku di helbestê de min pir dîyalog bikar aniye û her yek li ser esasê çîrokekî ve dimeşe. Wê çaxê min pir guh neda van gotinan. Heta ku du sal berê derhenereke şanoyê ji Şanoya Munihê ji min nivîsek li ser sirguniyê xwest. Min ew nivîs nivîsand. Pişt re ji min re dîsa daxwazek  hat ku gotin helbestên te pir li şanoyê tên, ka em vana bikin şano. Wê çaxê min romana  "Ev Rê Naçe Bihuştê" dinivîsand min got niha nikarim heta roman biqede. Hîn ku min roman qedand ji min re dîsa daxwazek hat ku vê carê bo lîstikek were nivîsandin. Min ev qebûl kir ku sedema wê jî ev bû, ji xwe helbestên min her dem kare li ser were xebitandin, lê bo min metneke nûh nivîsandin pirtir bi heycan bû. Loma min jî bo şanoyeke binivîsim vê daxwaza hatî pêjirand. Û beşdarî laboratuwara şanoyê ya navnetewî bûm.

Li vir bi nivîskarên Amerîkaya Latîn, ereb û efrîkî û bi almanan re me dest bi xebatê kir. Gelek Workshopa me çêkir. Xebata me ya yekem me li Mexico pêk anî. Pişt re li Dibistana Hunerê ya Nevnetewî min metna xwe ya şanoyê bi kurdî xwend. Zimanê  bernamê îngîlîzî û spanyolî bû. Lê bêriya xebatê min behsa rewşa zimanê kurdî û çewisandinên li ser kiribû. Nivîskara Mexicoyê ji min re got, eger tu bixwazî tu dikarî bi kurdî metna xwe bixwînî em ê ji kurdî wergerê bikin li ser îngîlîzî, ji îngîlîzî werger bikin bo spanyolî. Min ev daxwaz û helwesta xweşik qebûl kir û min metna xwe bi kurdî xwend. Piştî xwendina metnê reaksiyoneke erênî û gelek mezin ji guhdervanan hat. Piştî bernamê gelek kes hatin ba min û gotin em yekem car peyvên wek "kurd, Kurdistan" dibihisîn. Her wiha bi laboratuwara drama ya navnetewî re jî, di meha sibatê de bi qasî hefteyek li Başûrê Afrîkayê li ser metnên şanoyê taybet jî dramayê hefteyek xebitîn. Pişt re bi nivîskarên biyanî re li The Market Theaterê me li ser metnên xwe beşdarî bernameyekî bûn. Li wir min ji bilî metna xwe ya şanoyê axaftinek li ser Kurdistanê kir. Min xwest bi tevî karê xwe yê wêjeyê behsa me kurdan, netewa me bikim. Li ser xwe ferz dibînim ku ez behsa rewşa me ya heyî bikim. Vî tiştî bêminet dikim ku hewcedariya min ji welateke serbixwe re, ji azadiyê re heye.

Di vê laboratûwara drama ya navneteweyî de li ser tiştên ku xwûya nake, heqîqet, rasteqîniyê û hwd me gelek mijaran dan ber xwe. Ev saleke wiha em bi hev re xebitîn û hîn saleke din jî emê bi hev re bixebitin. Şanoya ku min nivîsandiye wê havîna 2020an were pêşkeş kirin. Ev şano wê li Tiyatroya Maxim Gorkî yê û li Schauspiel Stuttgartê wê were ser dikê.  Şanoya kralyetê ya shakespearê jî dîsa bi 6 nivîskarên dinyayê ve bo xebateke navnetewî me peyman çêkir. Wê ev xebata min li Londonê bi (ji kurdî wergera wê ya îngîlîzî hate çêkirin) îngîlîzî were pêşkeş kirin.

-Niha em dizanin ku romaneke nûh ber destê te heye û senatoya Berlinê di nava 178 nivîskaran 10 nivîskar hilbijartiye ku bo piştgiriyê. Yek ji van romanan romana te ya ku hîn tu dinivîsî.  Di lîstê de gelek kesên bi navû deng hene.Tu yê li ser vê çi bibêjî ji me re?

Ji ber ku zimanê romana min bi kurdî bû û weke nivîskarên din pirtûkên min li Ewropa bi îngîlîzî û elmanî tune bû ev tenê bi serê xwe bo min pirsgirekek bû. Ji ber ku li Ewropa tenê beşdarê bernamên helbestan û şanoyê bibûm. Û tenê helbestên min û şanoyên min wergera wan bi îngîlîzî û elmanî hebûn. Lê roman na! Dema pêhesiyam navê min jî di nava deh kesan de ye ev bo min suprîzek bû. Beşeke romanê bi wergera elmanî çûbû ber destê jûriyê.

 Di daxûyaniya senatoya Berlinê de li ber navê min û romana min dinivîse "zimanê romana wê bi kurdî ye". Ev bo min giring e. Him xelateke baş, him jî nasîna min bi gireseyeke din çêbû ku ji bo min dibêjin "zimanê romana wê bi kurdî ye".Bo min çiqas nîvîskarî esasê xwe hebe, lê mijara min bi kurdîtîyê jî heman e. Erê li qada dinê tenê metn dipêyîve û li vê qadê kes ji kesî re "xweş" nake, ez dixwazim bi metna min a ku hatiye hilbijartin re kurdî jî bipeyive. Bi hezaran sal zimanê me bin ax kirin. Divê em ji her çar aliyan zimanê xwe çanda xwe netewa xwe bidin nasîn ku ka em ji kîjan mirinan, zilman, tunebûna derketine û hatine...

Ez bi romana xwe ya bi zimanê xwe yê dayikî îro li vir têm qebûl kirin, têm dîtin ev bo min tişteke girîng e.

Ji yek sedema girîgîyê karim ji te re wiha bibêjim. Dema zarok bûm bi pîrîka xwe re çûbûm nexweşxana Amedê, ji ber ku pîrîka min nedizanîbû tirkî du leşker bi çekên destê xwe dengê xwe bilind dikirin û digotin "tirkî bipêyive", pişt re bijîşkên nexweşxanê. Wê ev bûyer çawa ji ber çavên min here? Wê çawa dilê min spî bibe?

Wê dinya karibe ji min fam bike di vê mijarê de lê wê dijminê kurdan nikaribe.

Çima îro şanoya kraliyetê heta peymana bi min re çêkir jî bi kurdî û îngîlîzî çêkir. Lê heta îro li Tirkiyeyê saziyek di kareke fermî de li ba tirkî du hevok kurdî nekarîne binivîsin. Loma jî wêjeya min berxwedana min e, serhildana min e!

Piştî vê xelatê gelek nivîskarên dinyayê ji min re nivîsand. Niha em amadekariya xwe dikin bi bernameyek werin ba hev û hev dû nas bikin.

Û her wiha wê havîna 2020an li LCB ya Berlînê wê bo çapemeniyê û raya giştî bernameyek jî li dar bixin û em ê li wir li ser romanên xwe yê nû biaxivin. Wergerê wan emê bixwînin.