Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyek belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyek belav kir

BasNews- Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê derbarê îddîaya vegerandina hejmarek kesên bi nexweşiya vîrusa korona ketibûn bo Çînê daxuyaniyek belav kir. Herwiha Wezaretê hinek îddîayên rûpelên medyaya civakî jî red kir.

Îro roja şemiyê 01.02.2020an Wezareta Tendruistiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir:”Mixabin ji aliyê rûpeleka medyaya civakî, nûçeyek hatiye belavkirin ku Wezîrê Tendirustiyê tekez kiriye û belav kiriye ku goya jimareyek kesên bi nexweşiya vîrusa korona ketine hatine vegerandin. Li vir em wê nûçeyê red dikin û dûre li rastiyê û hîç haleteka vê nexweşiyê li Herêma Kurdistanê tuneye.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da wiha hatiye gotin: “Di rastiyê da hemû ew hemwelatiyên ku ji Çînê vegeriyane, tendurustiya hemûyan baş e û lêkolîn û bêdaçûnên pêwîst bo wan hatine kirin. Em dûbare hemwelatiyên xoşewîst dilniya dikin ku hîç haletêk li Kurdistanê nîne û hemû rêkarêkyên xweparêziyê dikin bo rêlibergirtina vê nexweşiyê.”