Li Germiyanê 3 kesên binpê kirina jînge dikirin hatin girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Germiyanê 3 kesên binpê kirina jînge dikirin hatin girtin

Cotyar Kelar

BasNews – Berdevkê polîsê daristan û jîngeya Germiyanê ragehand, îro 28.01.2020ê sê kesên tewanên jînge dikirin hatin girtin.

Berdevkê rêveberiya polîsê daristan û jîngeya Germiyanê Serkewt Rehîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wan du rojên borî de tîmên binkeya polîsê daristan û jîngeyê yên ser bi beşa Xaneqînê ya rêveberiya me bi serpereştiya berpirsê binkeyê ve karîn sê kesên binpê kirina jîngeyî pêktanîn û nêçîra baskdaran dikirin hatin girtin û dest li ser çekekî nêçîrê de ango çifteyekî de bê girtin.’’

Herwaha got: ‘’Ji ber tewanê wan her 3 kesan ji her yek ji wan re cezayê 300 hezar dînarê Iraqê hat birîn. Ji ber ku wan çend baskdarek nêçîr kiribûn.’’