Mistefa Dogan: Kurdîzan hêrsokî ne  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mistefa Dogan: Kurdîzan hêrsokî ne  

Mehmed Salih Bedirxan

BasNews- Kovara PopKurdê kovareka çand û kultura populera bi kurdî ye û bi awayekî online belav dibe. Di jimareya 6an a PopKurdê da derbarê muzîk, werziş, geşt, medya, edebiyatê da gotar û hevpeyvîn cî digirin. Edîtorê kovara PopKurdê Mistefa Dogan derbarê du salên serboriya kovarê da ji BasNewsê ra axivî. Dogan dibêje: “PopKurd dixwaze xwendevanên kurd karibe bi zimanê xwe tiştên soft bixwîne. Civaka me ya kurdîzan -belkî ji ber şert û mercên sosyo-polîtîk e- zehf “gergin”e, hêrsok e. Em dixwazin dema e-kovara me xwendin pariyekî aram bibin. PopKurd, ji bo normalîzebûna kurdî jî hewl bide.”

PopKurdê di kîjan salê da dest bi weşanê kir û heta niha çend hejmarên Popkurdê derketine?

Tevî hevalê xwe Ömer Sönmez û Rıdwan Xelîl, me serê sala 2018an dest bi xebatê kir. Hejmara me ya ewil gulana 2018an weşiya. Heta niha 6 hejmar me weşandine. Periyodeke me tune ye çimkî em naxwazin mehcûbî xwendevanan bibin.  Ya rast ev piçek li hesabê me jî tê. Carinan em gelek tiraliyê dikin lê însellah ev navberên di nava hejmaran de zêde nabe êdî.

Armanca PopKurdê çi ye?

Ya rast “Armanc” ji bo me peyveke hişk e û me rasterast hedefek nedaye ber xwe. PopKurd dixwaze xwendevanên kurd karibe bi zimanê xwe tiştên soft bixwîne. Civaka me ya kurdîzan -belkî ji ber şert û mercên sosyo-polîtîk e- zehf “gergin”e, hêrsok e. Em dixwazin dema e-kovara me xwendin pariyekî aram bibin. PopKurd, ji bo normalîzebûna kurdî jî hewl bide. Li ser meselê heta niha bi dehan însan di PopKurdê de, çi kin çi dirêj tiştek nivîsîne, an jî qala wan hatiye kirin. Ev sinerjiyekê jî çêdike bi raya me.

Gelo hûn difikirin PopKurdê bi awayê matbû jî çap bikin?

Nexêr, ewilî me hin nîqaş li ser vê kirin lê êdî teqez em dikarin bibêjin ku PopKurd wê her dijîtal be û li ber tiliyan be.

Heta niha fîdbek (paşragihandin) derbarê kovarê da ji we ra hatine? Heger hebin çi erênî çi jî neyînî dikarî ji me ra behs bikî?

Tabî. Hin kes ji me re dibêjin hûn karên beredayî dikin. Hin jî dibêjin PopKurd kêfa me gelek xweş dike. Ya rast kêfa me bi krîtîkên li ser kovarê tên. Carinan em tistekî diceribînin li gorî reaksiyona xwendevanan em di hejmara din de wê ji kovarê derdixin an dewam dikin. Wekî me got ev sînerjî muhîm e bo me.

Slogan nerîteka rojname û kovaran e. Di dirêjahiya dîrokê da em wê nerîtê di nava rojname û kovarên kurdan da dibînin. Min slogana Popkurdê nedît. We çima sloganek nîne; heger we sloganek hebe dê çi be?

Ez ewil vê bibêjim, ev nîqaş jî yek ji nîqaşa me ya herî sereke bû gava me dest pê kir. Rast e slogan, ehemiyeteke xwe heye lê ji aliyekê ve jî motto, çarçoveya mirov tengtir dikin. Loma jî me nexwest mottoyeke me ye stabîl hebe. Tiştekî din; slogan li gorî rûhê zemên diguherin. Kî çi zane, heke mottoya me hebe, belkî 2 salên din tu mehneya wê nemîne lê tu yê xwe mecbûr hîs bikî li gorî wê hereket bikî.