BasNews- Dîwana nû ya Berken Bereh a bi navê “Çemê Baranê”çap bû.
Weşanxaneya Avestayê ragihandiye wê dîwana nû ya Berken Bereh Çemê Baranê çap kiriye. Herwiha hemû berhemên Berken Bereh, ji nû ve bo çapê amade dikin.
Berken Bereh kî ye?
Di sala 1954aan de li bajarê Şirnexê yê Botanê ji dayîk bûye. Enstîtuya Perwerdehîyê ya Boluyê kuta kirîye. Yekem car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara bi kurdî ye li bakur) hatine belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên bi kurdî de belav bûne, her wekî Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û ê.d. Di sala 1998-1999an de di pêşbirkên helbestê yên ji alîyê Komeleya Malbatên Girtî û Hukimxwarîyan û ji alîyê kovara wêjeyê Jiyana Rewşenê ve amade kirî de bi xelatên yekem û duyem ve hatiye xelatkirin. Di sala 1999an de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetê amade kir, ev kovar çar hejmar derket. Ev yekem kovara înternetê li Bakur bû. Heman salê, di rojnameya Fıratta Yaşamê de dest bi nivîsîna stûnên bi kurdî kir. Bereh di sala 2013an de bi maweya salekê di rojnameya Evrenselê de li ser wêjeyê stûn nivîsîn. Helbestên wî di weşanên vedor ên curecur de bo zimanên tirkî, erebî, farisî û fransizî hatin wergerandin. Li Zankoya Bilgiyê û li Zankoya Hakkariyê û li çendîn komeleyên medenî beşdarî konferans, panel û semîneran bû, belavok pêşkêş kirin. Hê jî di kovar û rojnameyên bi kurdî de nivîskarîya xwe didomîne.
Berhemên wî:
Helbest:
Êş, Weşanên Sî, 2001
Şagirtên Evînê, Weşanên Sî, 2003
Pandomîm, Weşanên Belkî, 2006
Şîna Helbestê, Weşanên Doz, 2008
Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re,digel ên berê, Şerbeta Ji Êgir û Haîkû, hemû berhem, Weşanên Lîs, 2011
Ji Dûriyê Re, Weşanxaneya Lîs, 2013
Xewna Dawî, Weşanxaneya Lîs, 2016
Werger:
Lapis Lazuli, Mehmet Altun, Weşanxaneya Babil, 2011
Gotina Deryayê ye / Denizin Söylediği, Mustafa Köz, Weşanxaneya Lîs, 2012