BasNews- Weşanxaneya Avestayê ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê va hêjayî Xelata Azadiya Fikrî ya sala 2019an hat dîtin û hat xelatkirin.
Îro roja pêncşemê li bajarê Stenbolê di merasîma Xelatên Azadiya Fikrî ya sala 2019an a Yekîtiya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê da Weşanxaneya Avestayê bi Xelata Azadiya Fikrî ya sala 2019an hat xelat kirin. Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn di merasîma wergirtina xelatê da amade bû û xelata ji destê Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê Kenan Kocaturk wergirt.
Herwiha piştî wergirtina xelatê Abdullah Keskîn axaftinek kir û behsa kitêbên Avestayê yên ji aliyê dozgeran va dihêne qedexekirin kir û da zanîn k udi nava çend salên dawiyê da bi dehan kitêbên wan hatine qedexekirin lê wan ew yek nekiriye rojeva xwe û li ser karên xwe berdewam bûne.
Di berdewamiya axaftina xwe jî da Abdullah Keskîn da ragihand ew vê xelatê diyarî Ekrem Yaşli (li Çanakkaleyê ji ber ku kurdî axiviye rastî êrîşa nijadperestan hatibû) û diyarî Şîrîn Tosun dike (li bajarê Sakaryayê ji ber kurdî axivîbû rastî lînckirinê hatibû û di encamê de piştî 50 rojên li nexweşxaneyê miribû) dike.
Weşanxaneya Avestayê di sala 1995an da ji aliyê Abdullah Keskîn va li Stenbolê hatiye avakirin. Weşanxaneya Avestayê heta niha derbarê kurdan da zêdetir ji 700 kitêb çap û belav kirine.
Di çend salên dawiyê da bi dehan sazî, radyo, televizyonên kurdan ê bi kurdî kar dikin li Tirkiyê hatin girtin. Herwiha Weşanxaneya Avestayê rûberûyî gelek zext û fişaran dibe û di nava çend salên dawiyê da nêzîkî 20 kitêbên Avestayê jî ji aliyê dozgerên Tirkiyê da hatine qedexekirin.