BasNews- Weşanxaneya Rûpelê, nameyên siyasetmedar û ronakbir Nûreddîn Zaza ku ji Hemreş Reşo û Hoşeng Sebriyê kurê Osman Sebriyî re nivîsandine weke pirtûkekê çap kir.
Pirtûk bi navê “Nameyên Nûreddîn Zaza” hatiye çapkirin û ew nameyên ku Nûredîn Zaza di navbera salên 1960î û heta dawiya salên 1980yî ji Hemreş Reşo û Hoşeng Sebri re hatine nivîsandin tê de hene.
Mahmûd Lewendî û Nedîm Baranî ev pirtûk amade kirine ku di nameyan de Nûredîn Zaza him li ser rewşa xwe him jî derbarê rewşa siyasî, çandî û hunerî ya wan salan de zanyariyan dide.
Nûredîn Zaza di van nameyan de li gel hêla xwe ya rewşenbirî, weke siyasetmedarekî jî li ser siyaseta cîhanê, rewşa kurdan, rewşa rêxistin, rêxistinî û têkilî û nakokiyên di navbera rêxistinên/perçeyên kurdan de dîtin û hizrên xwe nivîsandiye.
Dîsa hin nivîsên wî di van nameyan de hene ku ji bo di kovaran de bên weşandin ji Hemreş Reşoyî re şandine.
Li gel van nameyan, nivîs û nirxandinên Kemal Cemîl Seydo û Samî Ehmed Namiyî yên li ser Nûredîn Zazayî nivîsandine hatine weşandin.
Seydo û Namî di nivîsên xwe de him behsa fikr û ramanên Nûredîn Zaza û him jî behsa xebatên siyasî û rewşenbirî yên wî dikin.
Di rûpelên dawiyê yên pirtûkê de amadekaran cih dane fotografên Nûredîn Zazayî ku weke kurteyeke ji dîroka wê demê.
Nûredîn Zaza
Di sala 1919an de, li bajarokê Madenê ser bi Elezîzê ji diya xwe dibe. Piçûkaniya wî li bakurê Kurdistanê derbas dibe. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, li gel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Binxetê) dibe. Tevî temenê xwe yê piçûk, Zaza di rêxistinên kurdî de berpirsiyariyên girîng digire ser xwe û gelek nivîsên wî di Hawar û Ronahîyê de çap dibin. Piştî şerê cîhanê yê duduyan li Swisreyê bi cî dibe û li zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekariya xwe de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ava dike. Di sala 1957an de, navberiyê dide çalakiyên xwe yên li Ewrûpayê û diçe Sûriyeyê. Li vir ji bo yekîtiya Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê dixebite û di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke girîng dilîze. Di vê navê de tê girtin. Her wiha di salên 1960î de gelek carên din tê girtin û di zindanên Sûriye, Iraq, Urdun û Libnanê de dimîne. Di sala 1969an de vedigere Lozanê û ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebite. Di nav danerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de cî digre û berî mirina xwe bi salekê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn werdigerîne zimanê fransizî. Kitêba wî ya Ma vie de Kurde çap dibe û li Ewrûpa dengekî mezin dide. Di 7ê çileya paşîn a 1988an de, li Lozanê ji ber nexweşiya penceşêrê koça xwe ya dawî dike.
Nivîsên wî yên çapbûyî:
- Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, 1973.
- Les Kurdes et l’accord d’Alger, Centre Culturel Univresitaire, Beyrouth, travaux et jours n° 56-7, juillet-décembre 1975.
- Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.
- Ma vie de Kurde, çapa yekem, Pierre-Marcel_Favre, Publi SA., Lausanne, 1982, çapa duwem, Labor et Fides, Genève, 1993. Bi tirkî Bir Kürt olarak yaşamım, Mezopotamya, Sweden, 1994, bi erebî, Heyatî el kurdiye ew serxet el şaab el kurdî, Dar Aras, Erbil, 2001.