BasNews - Wênegir û kameravanê Efrînî Abdîn Ahmed yê ji gundê Hemşelekê xwedî arşîveke pir mezin e, wî di arşîva xwe de bi deh hezaran dîmenên xweza û jîyana gelê Efrînê tomar kirine.
Abdîn Ahmed ji VOAyê ra axivîye û gotiye ku 30 sal in karê kameravantîyê di studyoya xwe de kar û xebata xwe ya arşîvkirinê dibêje:“Hemû alîyên di jîyan Efrînê de kêlî bi kêlî min kişandine, ji xwezayê de bigre ta her tiştê girêdayî çanda Efrînê weke govend, floklor, dawetên ser bêderan, herwiha şevbêrk, cejn û Newrozê”.
Veguhestina arşîvê
Abdîn got ku li mala wî li Efrînê odeyeke taybet jibo parastina arşîvê hebû, lê dema êrîşa Tirkîyê hate ser Efrînê tirs kete dilê wî ku ev arşîv tarûmar bibe, loma di jêrzemînekê de li gundê veşart.
Herwiha Abdîn Ahmed got:“Berî gund were dagîr kirin, me arşîv carek veguhest bajarê Efrînê, lê dîsa gava şer gihişte bajêr, em neçar man bi karwaneke mertalên zindî re ku ji Cizîrê jibo piştgirîya Efrînê hatibûn bişînin wê dere.”
Abdîn dîyar kir ku çawa ew xema malbata xwe de dixwe, wî xema arşîv jî hilgirtiye, çawa biparêze û ji hindabûnê rizgar bike, loma ew niha mijûlî barkirin û veguhestina arşîvê jibo havîzeyên dîjîtal e.
Kameravanê Efrînî Abdîn Ahmed piştî koçberkirina ji Efrînê, niha li Şehba derbider e, ku hîn meraqa wî bi ser dîmengirtinê de heye.
Derbara jîyan û karê xwe li Şehba wî got: “Weke li Efrînê li Şehba jî ez dîmenan digrim, her hûrgilîya vê derê ez dikim arşîv, ji malên kavil de ta jîyana penaberên Efrînê li kampan, her tiştekî bi kamîraya xwe tomar dikim”.
Bi destdanîna Tirkîyê li Efrînê gelê herêmê ku neçarî koçberîyê bû, ne tenê ax, mal û mulkê xwe li şûn xwe hiştin, lê belê bîranîn jî li winda kirin.