BasNews – Li gor gotinên rêveberê ragehandinê li rêveberiya polîsê daristan û jîngeya Silêmaniyê li sînorê gundekî qeza Dukanê tîmên polîsê daristanê kesekî pingêkirinên jîngeyî pêkdianî di dema birînda darên berû de hate girtin.
Vê derbarê de berpirsê polîsê daristan û jîngeyê Hêmin Kemerxan bi daxuyaniyekî aşkera kir: ‘’Piştî em hatin agahdar kirin ku hemwelatiyek mijûlê birîna darên xwezayî ye, di cîh de tîmên beşa polîsê daristan û jîngeya Dukanê derketin bo çiyayê Qeresird û karîn wî hemwelatî dema darbirînê de bigrin û 20 darên barû jî birîbûn dest li ser hat danîn.’’
Herwaha ragehand, ew kes naha di bin lêkolîn û lêpirsînê de ye û rêkarên yasayî li dijî wî hatine destpê kirin.