BasNews- Li gorî zanyariyên herî dawî li Heskîfê deriyên bendava Ilisûyê hatiye girtin û av li herêmê kom dibe.
Ji 23yê Tîrmeha 2019ê û vir ve li ser medyaya civakî hin fotograf tên weşandin lê hîna ji Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê (DSİ) ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Aktivîstên Koordînasyona Heskîfê wê di rojên pêşiyê de dest bi nobetê bikin ku demeke berê hatiye avakirin. Endamê koordînasyonê û yê “Hewildana Ji bo Heskîfê” Ercan Aybogayî ji Bianetê ra axivîye û gotiye:“Li gorî zanyariyên ku me ji çavkaniyên herêmî bi dest xistiye, ji bo ceribandinê av li bendavê tê girtin. Av car caran tê bilindkirin, car caran tê nizimkirin. Em jî nizanin bê bi çi armancê vî tiştî dikin. Koordînasyona Heskîfê wê ji bo vê mijarê dê li herêmê dest bi nobetê bike, dema detay diyar bûn em ê bi we re par ve bikin. Lê niha him li herêmê him jî li bajarên din divê ji bo hewildana bilindibûna avê bertek bên nîşandan.”
Aybogayî diyar kiriye ku niha av biqasî 10-15 metreyan bilind bûye û gundên li vir, li cihên bilind in. Lê dema av bi ser 20 metreyan bikeve wê bandorê li gundên nehatine derxistin jî bike.”
Bi girtina deriyên bendava Ilisuyê û temambûnê bendavê wê bi hezaran bermahiyên dîrokî, şikeft û gund, zevî û daristanên dorûbera Heskîfê di bin avê da bimînin. Ligel çalakî, bangên rêxistinên medenî, saziyên sivîl û komeleyên jîngehparêziyê li Heskîfê bajarên Tirkiyê û gelek bajarên cihanê, berpirsiyarên Tirkiyê bi rijd in Heskîfê medfûn ango binax û av bikin.