Elî Paksirişt
Pirtûka ‘‘Kurd; Lêkolînek ser reha nijadî, dîrokî û dînî’’ a Ihsan Nûrî Paşayî (beşa yekem) û Tofîq Wehbiyî (beşa duyem) ye ku di 247 rûpelan de bi farisî nivîsîne û weşanxaneya Şefîî li Têranê weşandiye. Ihsan Nûrî di pêşgotinê de dibêje ‘‘bêhaybûna ji dema borî dibe hokara xemsariya hemberî demê bê’’ û wiha didomîne ‘‘armanca min ne ew e ku dîroka Kurd û Kurdistanê binivîsim, lê xizmet ji gelekî îranînijad re ye ku nijada wî bi destên nijadên din ketiye ber jiholêrabûnê.’’
Para yekem a beşa yekem ser reha peyva kurd û nijada kurdan e, para duyem dîroka kurdan a kevnare li gorî çavkaniyên dîroknivîsên yûnanî, berhemên dînî yên wekî Avestayê û nivîsên ereban e. Parên sêyem û çarem jî li bara desthilatên kurdan ên serdema kevnare ne. Para pêncem jî kurtasiya beşa yekem e.
Beşa duyem nivîsa profesor Tofîq Wehbî ye ku dibêje ‘‘armanca min weşandina lêkolînên xwe ser bermayên hêmanên mîtraîsmê ser ola êzidayetiyê ye’’ û ser baweriya dînî ya kurdan li serdema kevnare bi berfirehî dinivîse û her du pirtûkên pîroz ên kurdên êzidî (Cilwe û Mishefa Reş) jî dide nasandin. Nivîskar bawera şaş a ‘‘şeytanperestiyê’’ red dike. Parên duyem û sêyem jî ser ‘‘bandora mêhrperestiyê li bingehên xwedênasiya êzidayetiyê û nîşaneyên wê’’ ye.