Mihemed Hesnanî
BasNews – Bi dehan çiyakêşên Rojhilatê Kurdistanê bi geşteke hevbeş a li gel gruba çiyakêşên Helgurdê derketin ser lûtkeya çiyayê Helgurd.
Serokê gruba Çiyakêşên Hendirên Karox Elî ji BasNewsê re ragehand, di berdewama geşta çiyakêşiya me de wan du rojan piştî 29 çiyakêşên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeran ve, bi armanca geşta çiyayî û ji bo serketina lûtkeya çiyayê Helgurdê, ku çiyayê herî bilind ê Iraq û herêma Kurdistanê ye, ji bo wê jî hatin serdana me kirin.’’
Piştî wergirtina moletên li daîreyên îdarî, çend endamekî çiyakêşên gruba me rêberî kirin, bo geheştina lûtkeya çiyayê Helgurdê. Herçend rewşa ewlehiyê pir di cîh de nebe jî, ji ber Îran navçeyê topbaran dike, lê ew rijdbûn li ser serketina lûtkeyê çiyayê Helgurdê. Bi keyfxweşî ve piştî şevekê me karî bigehin ser lûtkeya çiyayê Helgurdê û geşta me serkeftîbû.’’