Hêmin Dildar- Diyar Azîz
BasNews- Kiryarên vê dawiyê yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye cihê nerazîbûnê kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê. Herî dawî PKKê bi belavkirina kurtevîdeyokê ragihandibû ku wan hêzeka çekdarî bi nave “Hêza Xweparastina Cewherî” li Herêma Kurdistanê ava kiriye. Herwiha di wê kurtevîdyoyê da PKK gefa êrîşê li Herêma Kurdistanê dixwe.
Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û siyasetmedar Osman Ocalan gefên PKKê yên li ser Herêma Kurdistanê, hewlên dawî yên PKKê li herçar parçeyên Kurdistanê sansora PKKê ya li ser Abdullah Ocalan ji heftenameya Basê ra şîrove kir. Osman Ocalan behsa serdanên birayê xwe Mehmet Ocalan ya bo Abdullah Ocalan kir û got: “Weke endamekî malbata Ocalan haya min ji wê yekê çêbû ku PKK nexwest endamên malbata min derbarê serdana Îmraliyê da biaxivin û PKKê ji malbata Ocalan xwestibû di wê derbarê da neaxivin. Gefa kuştinê li endamên malbata me xwarin.”
Beriya bi hilbijartina şaredariya Stenbolê Dr. Alî Kemal Ozcan serdana Abdullah Ocalan kiribû û nameya Ocalan ji rayagiştî ya Tirkiyê ra aşkere kiribû. Herwiha di medyaya Tirkiyê jî da behsa wê yekê kiribû ku Ocalan kesekî “xwemalî û niştimanî” yê Tirkiyê ye. Gelo fikra te li ser vê çi ye Ocalan çawa xwemalî û niştimanî yê Tirkiyê ye?
Aniha li Tirkiyê hemûkes ber bi xeta neteweyî va diçe û behsa xeta neteweyî dikin. Sosyal domokratên Tirkiyê, CHP mesela, herwiha AKP û MHP jî behsa xeta neteweyî li Tirkiyê dikin. Hemû alî di wê bawriyê da ne wê pirsên Tirkiyê di siyaseta neteweyî ya Tirkiyê da çareser bibe. Aniha Ocalan bi xwe jî naxwaze pirsa kurdan bi welatên derva ra çareser bike. Dixwaze ew pirsa li cihê ku lê heye li wir çareser bibe. Pirsa kurdan a li Tirkiyê ligel kurdan çareser bike. Herwiha dibêje pirsa kurdan bi Îranê ra heye divê ew pirsa ligel Îranê bihê çareserkirin. Pirsa kurdan a li Sûriyê bi Sûriyê ra çareser bibe. Ji ber wê helwêsta wî hin kes dibêjin Ocalan kesekî xwemalî û millî ye. Di rastiyê jî da Ocalan dixwaze pirsa kurdan ligel Îran, Tirkiyê û Sûriyê ra çareser bike. Dixwaze pirsa kurdan bi welatên Rojhilata Navîn ra çareser bike, ne bi Amerîka û Ewropa ra.
Piştî xwendina nameya Ocalan a bo hilbijartina Stenbolê tu jî derket televîzyona TRT Kurdî û te nêrînên xwe anîn ziman. Axaftina te ya li TRT Kurdî bû rojeva Tirkiyê. Opozîsyona Tirkiyê gelekî dijî wê yekê derket. Erdogan jî behsa axaftina te kir. Çawa çêbû TRT Kurdî bo hevpeyvînê serdana te kir dikarî ji me ra şîrove bikî?
Ti carî min ji ti medyayê ra negotiye; “na û ez ligel wan neaxivim.” Weke siyasetmedarekî kurd ez nêrînên xwe tînim ziman. Helwêsta min ev e. Hertim min hewl daye fikra xwe ya neteweyî ji medyayê ra bînim ziman û bigihê xelkê me. Min daxwaza hevpeyvîn û bernameyên ti medyayê red nekiriye. Kê xwestibe ligel min biaxive ez derketime min helwêsta xwe bi awayekî aşkere û zelal anîne ziman. Hem min dixwest ez roportajê ligel TRTê bikim û hem jî TRT Kurdiyê jî daxwaz li min kir ez roportajê bidim wan. Ev yek pêk hat. Min di wir da behsa çi kir ez ji we ra jî bêjim. Derdê min ew e ez behsa wê yekê bikim. Aniha ti meşrûîyeta serkirdayetiya PKKê nemaye. Serkirdeyên PKKê ne rewa ne.
Ragihandina Tirkiyê da hin tişt li ser min hene. Di wan ragihandin û şîroveyan da behsa wê yekê dihête kirin ku min 74 leşker kuştine û min çi kiriye. Ew hemû derew in.Dûr in ji rastiyan. Raste ez heta di nava PKKê da bûm ez berpirsekî PKKê bûm. Ez berpirsiyar bûm ji şerên PKKê jî lê dive bê zanîn ku min ti leşker nekuştine, min ti sivîl nekuştine. Herwisa min leşkerên dîl yên di destê PKKê jî da parastine û ligor qanûnên navdewletî jiyana wan parastiye.
Birayê te Mehmed Ocalan di meha Çileya 2019an da serdana Îmraliyê kir piştî wê serdanê HDPê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku ewê derbarê serdana Imraliyê daxuyaniyekê belav bike. Lêbelê HDPê daxuyanî belav nekir. KCKê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê da dihat dîtin ku KCK ji wê serdana bo Îmraliyê neraziye. Herwiha heta Alî Kemal Ozcan nameya Ocalan aşkere nekir ne HDPê ne jî parêzerên Ocalan nameya wî belav nekirin. Gelo PKK – KCK û HDPê sansor danîne ser Abdullah Ocalan?
Belê Mehmed Ocalan serdana Apo kir. Em hemû li benda wê yekê bin ku yan Mihemed yan jî HDP daxuyaniyekê belav bike. Gotin îro- sibehê- îro sibehê lê ti daxuyanî belav nekirin. Weke endamekî malbata Ocalan haya min ji wê yekê çêbû ku PKK ji malbata Ocalan xwestibû di wê derbarê da neaxivin. Gefa kuştinê li endamên malbata me xwarin. Danûstendinê min ligel malbatê dewam dikin. Hem gefa Tirkiyê li ser me heye û hem jî gefa PKKê li ser me heye. Me ew yek ji çend aliyan ra anî ziman û me derbarê wan gefan da agahî dane wan.
Ez jî endamekî malbata Ocalan im û tehdîd li ser min jî dewam dikin. Dive hemû kes bizanibe hem gefa Tirkiyê li ser min heye û hem jî gefên PKKê û hêzên wê li ser min berdewam dikin.
Te behsa nerewabûna serkirdayetiya PKKê -KCKê kir çawa ne rewa ne?
KCK ne rewa ye ji ber ku wan Abdullah Ocalan red kiriye. 4 sal e ew êdî Ocalan qebûl nakin. Dixwazin bes nave Ocalan hebe û ew hemû tiştî bi destên xwe bikin. Ne tenê Qendîlê HDP jî Ocalan nema nas dike û dijberiya Ocalan dike. Di hilbijartinên vê dawiyê da me hemûyan dît. Apo aştiyê dixwaze, Apo çareseriyê dixwaze, Apo hewl dide kongreya neteweyî pêk were û yekîtiya neteweyî ava bibe. Ez wan kiryarên KCKê gelekî metirsîdar dibinîm û ez wan nas nakim.
Herî dawî hûn jî dizanin bi nave “Hêza Xwparastina Cewherî ya Başûrê Kurdistanê” avakirine û gefan li Herêma Kurdistanê dixwin. Apo van tiştan naxwaze û Apo gelekî rêzê ji Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ra digire. Ocalan gelekî ji Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hez dike. Em hemû dizanin. Herwiha aniha birêz Mesrûr Barzanî wê bibe Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û ew gelekî serkeftiye û hewl dide gendeliyê li Kurdistanê nehêlê Kurdistanê pêş bixe.
Diviyabû PKKê piştevaniya xwe bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî bianiya ziman. Herwiha ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûya. Lêbelê ew dijminahiya Herêma Kurdistanê dikin. Ev yek li ber çavane ku hin aliyan, hin dewlatan daxwaz ji KCKê ji PKKê kiriye dijminahiya Kurdistanê bikin û ew jî dijminahiya Kurdistanê dikin.
Ligor nerîna te kîjan alî yan jî kîjan dewletan daxwaz ji PKKê kiriye dijminahiya Herêma Kurdistanê bike?
Hûn dizanin piştî me dev ji PKKê berda û em ji PKKê veqetiyan PKKyeka nû li ser berjewendiyên Îranê û hin welatên din ava bû.PKK gelekî guherî. Îranê ligor berjewendiyên xwe PKKyek ji xwe ra ava kir. Beriya Ocalan were girtin danûstendinên me ligel Îranê hebûn. Peywendiyên me ligel Îranê hebûn. Me dixwest ji ser Yekîtiya Sovyetê Abdullah Ocalan bînin Qendîlê nava gerîllayan. Lêbelê Îranê nexwest Ocalan were nava gerîlayan. Me plana xwe danîbû ku Ocalan ji ser Ermenîstanê derbasî Îranê bibe û were nava gerîllayan. Lêbelê Îranê rê neda Rêberê PKKê Ocalan were nava gerîllayan. Wê demê min hemû peywendiyên xw ligel Îranê bi dawî kirin. Lêbelê Cemîl Bayik li ser dijberiya Ocalan ligel Îranê bû hevpeyman, ligel Şamê bû hevpeyman. Kî li dîjî Ocalan bûya Cemîl Bayik ligel wan hevpeyamnî ava kir. Îro jî PKK li her çar parçeyên Kurdistanê dijberiya kurdan dike û hevpeymanên dagirkerên Kurdistanê ye. Îro heger PKK dijî Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî be gefan li berjewendiyên Herêma Kurdistanê dixwe bizanibin ku destê dagirkeran li pişta PKKê ye.
Tu pêşbînî dikî ku PKK dest bi şerekî birakujiyê bike li Herêma Kurdistanê?
Em hemû dizanin Serok Mesûd Barzanî bo şerek di navbera hêzên kurdan da dernekeve gelekî hewil da gelekî dijberiya şerekî wiha kir. Lêbelê wan bi israr gef li Serok Barzanî xwar in. Destdirêjîya berjewendiyên Herêma Kurdistanê kirin. Serok Barzanî nehişt hêzên kurdan şerê hev bikin. Helwêsta Serok Barzanî nebûye beriya bi çend salan wê şerê navxweyî derketa. Serok Barzanî rêliber gelek tiştan girt.
PKK dixwaze seqamgîriya Kurdistanê têk bide û vê yekê jî li ser daxwaza hin aliyan dike. Heger PKK li ser binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê berdewam be û êrîşî Kurdistanê bike mafê hêzên Kurdistanê jî heye berjewendiyên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê biparêzin. Lêbelê PKK berdewam e li ser têkdana seqamgîriya Herêma Kurdistanê.
Dema tu li çiyan bû tu gelekî li Rojhilatê Kurdistanê bû û em dizanin PJAK jî te ava kiriye. Aniha hin şîrovekarên siyasî behsa wê yekê dikin ku di egera şerekî navxweyî da wê Îran jî weke rejima Esed hin cihên stratejîk li Rojhilatê Kurdistanê radestî PJAKê bike. Raya te li ser vê yekê çi ye?
PKK ji bo her senaryoyekê dijî kurdan amade ye. Em hemû dibînin karê serekî yê PKKê bûye dijberiya kurdan. Ez jî wê xeteriyê dibînim. Ji ber wê yekê ez bang li aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û hêzên navdewletî dikim. Ji metirsiyeka wisa, ji senaryoyek wisa xeter ra amade bin. Min ji aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ra çend caran anî ziman. Heger derfetek hat pêş hûn amade bin bila PKK weke meseleya Rojavayê Kurdistanê neke û nehêle hûn vegerin Rojhilatê Kurdistanê, PKK dest nede ser Rojhilatê Kurdistanê. Heger PKK bi rastî jî dilsozê Kurdistanê ye bila dest bi danûstendinê ligel hemû aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bike û kar bo berjewendiyên kurdan bike li Rojhilatê Kurdistanê. Lêbelê em dibînin PKK wê yekê nake û bi tena serê xwe tevdigere, siyaseta xwe li ser Rojhilatê Kurdistanê jî ferz dike. Ez dixwazim li vir careka din li vir jî bînim ziman.Dive em nehêlin ya hatiye serê Rojavayê Kurdistanê were serê Rojhilatê Kurdistanê.