Îmad Bîlal
BasNews – Wezareta kiştûkal û çavkaniyên avê ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryara qedexe kirina nêçîra masiyên ji rêveberiyên giştî yên parêzgehan re rêkir.
Di nivîseke rêveberiya giştî ya dewlemendiya sewal û veterîneriyê ya ser bi wezareta kiştûkal a roja 10.03.2019ê de ku ji hemû rêveberiyên giştî yên kiştûkalên parêzgehên herêma Kurdistanê re hatiye rêkirin de tê gotin: ‘’Biryar hatiye dayîn ku nêçîra masiyan ji roja 15.03.2019ê ve heta roja 14.06.2019ê hatiye qedexe kirin.’’
Herwaha hatiye gotin, sedemê qedexe kirina nêçîra masiyan, ji ber hatina demsal zêdebûna masiyan e û herwaha nêçîra masiyên bi rêya elektrîk û madeyên jehrî û teqînan ve di hemû demsalan de jî qedexe ye.