Dilêr Ebdulrehman
BasNews – Qela Şêrwane dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kelarê. Ji sê odeyên serekî pêktê û beşa yekem û duyem ji sê odeyên mezin pêktê û ji hin ode û salon û derece, tabiqe, agirdan û bace ango dûkelkêşan pêktê. Herwaha odeya sêyem a qelayê ku ji qubeyê pêktê naha ji ber erdhejên sala borî derz û qeliştek tê de pêkhatine û naha tê nûjen kirin.
Derbarê dîroka ava kirina qelayê de zanyariyên bi hûrgilî tineye. Hin kes dibêjin ji aliyê Enewşîrwan ê Sasaniyan ve hatiye çêkirin, hin kes jî dibêjin Heme Paşayê Caf ava kiriye. Alîgirên nêrîna yekem dibêjein Heme Paşayê Caf koçber bûye û di qelayê de jiyan nekiriye û dibêjin hebûna tûnelekî bin erdê li qelayê derdikeve bo ser çemê Sîrwanê û ev yek jî nişaneya bo dema şer û dorpêçê de sûd jê hatiye vergirtin û av ji wê derê ve anîne bo nav qelayê, ev jî tê wateya ku qela ne tenê cîhê hewandina zivistanê nebûye. Herwaha nêrîneke din jî heye dibêje ji aliyê Enewşîrwanê Sasaniyan ve hatiye çêkirin û qesra wê ji aliyê Heme Paşayê Caf ve hatiye ava kirin û qesra wî ya zivistanê bûye.
Li gor gotina beşek ji dîroknasan qelaya Şêrwane di sala 1866 – 1874ê ji aliyê Heme Paşayê Caf ve li ser gire dîrokî yên Şêrwane yê bajarê Kelarê hatiye ava kirin û ew gir çêbûna wî vedigere bo dema Sasaniyan û çêkirina wê jî 8 salan berdewam kiriye.