Emîr Etrûşî
BasNews – Yekem care li parêzgeha Duhokê geştyarên zivistanê zêde dibin û herwaha cîhên geştyarî jî li Duhokê îsal zêdebûne û bi giştî li parêzgeha Duhokê hejmara wan geheştine 732 cîhên geştyariyê.
Rêveberê giştî yê geştûguzarê li parêzgeha Duhokê Ubeydula Dawud ji BasNewsê re ragehand, salane di demsala zivistanê de geştyar kêmbûn û rêjeyek kêm a geştyaran berê xwe didan parêzgeha Duhokê û cîhên geştyarî yên wê. Lê îsal berevajî salên borî rêjeya geştyarên zivistanê sedî 30 zêde bûne û cîhên geştyarî zêdetir bûne û hejmara wan geheştiye 732 cîha.
Herwaha got, palanek hatiye danîn bo hin cîhên nu yên demsala zivistanê û geştyaran li Duhokê bên zêde kirin û geştyarên ereb dixwazin cîhên befr ên li Duhokê bibînin. Projeyên nû yên geştyariya zivistanê dê li Duhokê bicîh bên, hin ji wan dê hikûmet bicîh bîne, hin ji wan jî rêya sektora taybet ve dê pêkbên. Sedî 80 geştyarên tên Duhokê ji parêzgehên din ên Iraqê ne.