BasNews – Li gor zanyariyên çapemeniya xwecihî yên rojhilatê Kurdistanê bîreke avê ya taxeke bajarê Selasî Bawecan a parêzgeha Kirmaşanê, ji nişkawa ava kelî jê derketiye.
Çapemeniya xwecihî vê derbarê de bi zimanê xwediyê wê mala ku bîra avê lê ye ragehand, di dema derxistina avê de aşkera bûye ku ji nişkawa ava kelî ji bîrê derketiye û piştre pispor û karnasên jeoformolojiyê agahdar kirine û ew rewş wek rewşekî pir nayê dîtin pênase kirin û herkesek jî jê ecêb maye.
Selasî Bawecan yek ji qezayên ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye û navenda wê jî bajarê Tazawa ye û nêzîk Ezgile ya ku par erdhejek bi hêza 7.3 pêkhat e.