Herman Xalîd
BasNews – Îro roja tekoşîna li hember tundûtîjiya dijî jinan a cîhanê ye û yekitiya jinên Kurdistanê jî bi hejmarek çalakiyan ve tekoşîna li hember tundûtîjiya jinan ragehand.
Çalakiyên Yekitiya Jinên Kurdistanê ji îro 25.11.2018ê ve roja tekoşîna li hember tundiya li dijî jinê ya cîhanê ye destpê dike û dê 16 rojan jî berdewam bike.
Çalakiyên Yekitiya Jinên Kurdistanê di bin dirûşma ‘’Heskirin û lêborîn hêvinê aramiya malbatê ye’’ de birêve diçin û armanc pêşxistina giyana ji hev heskirin, lêborîn û rêz girtina li jin e.’’
Çalakiya herî giring a Yekitiya Jinên Kurdistanê pêktê ji 45 semîner û panelan, ku ji aliyê ofîsa sekreteriya encûmen û navendên Yekitiya Jinên Kurdistanê ve birêve diçe.