Omer Ezîz
BasNews – Tora rêxistina Helebçê ya çavdêriya wezareta kiştûkal û çavkaniyên avê, bi alîkariya şîrketa Hêvin û şîrketa hinarên Kurdistanê li bajarê Helebçê çarem festîvala hinaran saz kir.
Yek ji serpereştên festîvalê Merîwan Ebdulezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 25.10.2018ê çarem festîvala hinar bo berhemên navxwe û karên destî yê Helebçe, Şarezor û Hewramanê destpê kir, ku gelek cureyên berhemên navxwe û karên destî dê bên pêşandan.
Herwaha got: ‘’Festîvala îsal cudaye ji yên salên borî. Ji ber du roj dê berdewam be û nêzîk 230 firoşkar bi berhemên xwe ve beşdar bûne. Herwaha di festîvalê de dervey pêşandana berhemên navxwe jî, karên destî, pêşangeha wêneyî jî hatiye vekirin û bernameya hunerî jî dê bê pêşkeş kirin.
Merîwan Ebdulezîz got, gelek kes jî bajarên cuda yên Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê ve ji bo beşdarbûna festîvalê hatine Helebçê û got: ‘’Pêkanîna vê festîvalê giring bû. ji ber dibe bazarek bo berhemên cotyaran û dibe sedemek bo rakêşana geştyaran ji sînorê Helebçê re.’’