BasNews - Xwediyên Xelata Kîmya ya Nobelê diyar bûn û sê zanyar hêjayî xelata Kîmyayê hatin dîtin.
Akademiya Zanistî ya Qraliyeta Swêdê piştî xelatên tip û fizîkê îro jî zanyarên ku hêjayî Xelata Kîmya ya Nobelê hatine dîtin aşkera kirin û li gor vê sê zanyar hêjayî vê xelatê hatine dîtin.
Zanyar Frances H. Arnold, George P. Smith û Sir Gregory P. Winter Xelata Kîmya ya Nobel a 2018an wergirtin.
Ev her sê zanyar ji ber xebat û lêkolînên wan ên bo dîtina proteînên ji bo çareserkirina kêşeyên kimyeyî yên mirovahiyê hêjayî vê xelatê hatin dîtin.