Murat Özdemir
BasNews - Salek berî niha 25ê Îlona 2017an li Herêma Kurdistanê, hemû pêkhateyên li wê beşa Kurdistanê û bi giştî kurd çûn ser sindoqên dengdanê. Ev sindoq bi bawerî û rijdbûna Serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê û herwiha aliyên Kurdî hatibûn danîn ku gelê Kurdistanê helwesta xwe diyar bike; ka gelo dixwazin di welatekî serbixwe de bijîn an li gel Iraq a xwedî êş û azar bimînin.
Gelê Kurdistanê jî 25ê Îlonê çû û ji sedî 93ê yê xelkê got, ‘Belê em dixwazin serbixwe bijîn’. Di heyama pêkanîna referandûmê de ligel dewletên herêmî ku dagirkerên Kurdistanê ne, bi helwesteke tund dijayetiya xwe li hember referandûma gelê Kurdistanê rawestiyan û ji girtinasînoran heta gefên bircîhiştinê ji manorên leşkerî ên li gel hev heta qedexekirina geştên esmanî. Ji xwe ev helwesta van dewletan dihat çaverêkirin lê ya ku gelê Kurd êşand, helwesta civaka navdewletî bû ku ew cîhana her tim qala demokrasî û mafên mirovî û mafê miletan ê diyarkirina çarenivîsa xwe dikir, li hember referandûma serxwebûnê helwesteke wisa nîşan dan ku wan bi xwe heû hebûn, nirx û îdîayên xwe yên grdûnî binpê kirin.
Helbet piştî referandûma serxwebûnê, dewletên herêmî ligel hêzên paramîlîter ên weke Heşda Şeibî û ligel hiek aliyên Kurdî yên xiyanetkar Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî ku Pêşmergeyên qehreman bi xwîna xwe ev dever ji DAIŞê parastibûn, careek din din hatin dagirkirin.
Piştî ketina Kerkûkê, hemû dewletên herêmî û hêzên navdewletî hewl dan ku Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê encama referandûmê hilweşîna û bi temamî jinav bibe, lêbelê Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê paş ve gav neavêt û referandûm li cihê xwe dimîne û herî dawîn lêkolîner, nivîskar û rojnamevanê Kurd Eyûp Demîr ku siyaseta Kurd ji nêz ve dişopîne, li ser referandûma serxwebûna gelê Kurd û Kurdistanê berhemek nivîsand ku wate û girîngiya vê referandûmê bi zelalî nîşan dide; Referandûm, Kilîla Serxwebûnê (Referandum, Bağımsızlığın Anahtarı).
Berhema Referandûm, Kilîla Serxwebûnê ku hîn meha Nîsanê qediya bû û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî pêşgotinek bo nivîsandiye, van rojan ji Weşanên Havîn derçû, 192 rûpel e û dê li saranserê Kurdistan û Tirkiyê bê belavkirin. Eyûp Demîr ev berhema xwe ya dawîn û dîrokî ji BasNewsê re vegot. Demîr dibêje ev pirtûk ji aliyê gelê Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî ve hatiye nivîsandin û ev berhema wan e.
“Yekem car e ku çalakiyek tesîreke ewqas mezin li ser her çar beşan çêdike”
Eyûp Demîr destpêkê li ser fikr û qonaxa pêkanîna vê berhemê radiweste û vedibêje. Eyûp Demîr dibêje pêwîst bû referandûm bihata nivîsandin û wiha pê de diçe, “Referandûma serxwebûnê di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng digire. Ji dema Medan heta vê demê, cara yekem e ku çalakiyek, tesîrê li ser hemû rûheyeta Kurdan, dilê Kurdan de dike. Cara yekem e ku çalakiyek li ser her çar perçan bandorê çêdike. Ji ber wê yekê girîngiya vê bi peyvan em nikarin rave bikin. Gelê Kurdistanê ji sedî 72 çû ser sindoqan, ji sedî 93an jî got; ‘Belê em serxwebûnê dixwazin’. Ji bo wê jî ev ne tenê li nav Kurdan li cîhanê jî olan da. Çima? Cîhanê bi Sykes Picotê xeletiyek kir û Kurdistan dabeş hat dabeşkirin. Ev xeletî bûye sedema kêşeyên mezin û heta Kurdistan negihije şeklê xwe û mafê xwe, kêşe dê li Rojhilata Navîn her berdewam bikin.”
Demîr radigihîne ku vê referandûmê tiştek raxist ber çavên cîhanê û dibêje; “Ew tişt ew bû; ‘Belê Kurd êdî hatine asteke taybet û êdî serxwebûna xwe dixwazin’ û ji ber vê yekê ev referandûm pir girîng e.
Nivîsîna vê pirtûkê bingeha we ji vê girîngiyê dibîne. Kêmasiyek me Kurdan heye; carna em tiştên baş pêk tînin û lê ev nayên tomarkirin û zû winda dibin, tevlihev dibe. Min jî xwest ev winda nebe, ev weke belgeyekê cihê xwe bigire û Kurd bêjin, ‘belê me ev kar kiriye’”.
“Ev pirtûk Serok Barzanî û gelê Kurdistanê nivîsand”
Nivîskar û rojnamevan Demîr dibêje; “Ev Pirtûk ne min, gelê Kurdistanê nivîsand û Serok Barzanî pêşengiya wê kir û nivîsand. Lehengê vê pirtûkê gelê Kurd e, Serok Barzanî ye û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe, “Hin aliyan digot; ‘Serok Barzanî ji bo parastina serokatiya xwe, kursiya xwe ev referandûm pêkanî’, min xwest di vê pirtûkê de nîşan bidim ku na ev referandûm û ev karê girîng ne ji bo parastina kursî an jî berjewendiyên şexsî ji bo diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd pêk hatiye ku herî kêm ev sed sal in Kurd serxwebûnê dixwazin, ji Şêx Ehmed Barzanî heta Barzaniyê Nemir û heta beriya damezrandina Iraqê, Kurdan daxwaza serxwebûna xwe, daxwaza dewleta xwe dikir. Sala 91an jî her dîsa daxwaz serxwebûn bû. Di wê destûra nû ya Iraqê ku Kurd gihiştin otonomiyê wê çaxê jî di bingehê de armanc û daxwaz; sexwebûn bû. Dewleta Iraqê jî ew destûra ku wan çêkiiribû binpê kir û civaka navdewletî jî di polê de ma û rolek erênî ne girt. Ji ber wê yekê referandûma serxwebûnê tiştek rojane an ji bo berjewendiyên şexsî nehatiye encamdan. Di pirtûkê de li ser vê mijarê jî tê rawestan. Serok Barzanî ne ji bo kesayeta xwe ev encam da. 19 partiyên siyasî yên Kurd jî daxwaza encamdana referandûmê kirin. Hemû aliyan cih di pêkanîna vê referandûmê de girt. Di vê pirtûkê de dixwazim bêjim sed sal berê Îngîlîzan referandûmek encamdabûn û Kurdan nedixwastin beşdarî dewleta Iraqê bibin, lê Îngîlîzan bi darê zorê Kurd xistin nav dewleta Iraqê.”
“Pirtûk li ser çar stûnan ava bûye”
Eyûp Demîr di dewama axatina xwe de li ser avabûna vê berhemê ku li ser kîjan stûn an lingan hatibe avakirin disekine û dibêje; “Ev pirtûk ez dikarim bêjim li ser çar stûnan hatiye avakirin. Ev referandûm çawa û bi çi şêwazî derket pêş, têkiliyên dewletên herêmî û navdewletî nêzikahiya wan çi bû mîsal; Iraq, Tirkiye, Îran çima li dij bûn. Heta em dikarin bêjin Bexda jî di serî de ne ewqas li dij bû ku dema dîtin Kurdan li ser referandûmê yekgirtinek pêkanîne û jidil in wê demê Bexdayê helwestek tund girt. Cîhan jî çima li dij derket; Kurd dixwazin mafekî xwe yê demokratîk bikar bînîn ku ne bi kuştin û lêdanê bi çêkirina referandemekê gelê Kurd raya xwe, helwesta xwe nîşan bide û ev mafekî demokratîk e lê tevî vê yekê jî cîhan çima li dij bû û çima ev mafê Kurdan asteng dikin. Di vê pirtûkê de beşek li ser vê yekê ye gelo cîhan çima li dij vî mafê gelê Kurd e. Stûnek ev e.Ya din dîroka têkoşîna rizgariya gelê Kurd ku gelo di esasê daxwazên Kurdan de serxwebûn çiqas û çend cih digire, qonaxa ji sed salan heta niha jî ku proseyeke dûr dirêj e, ev jî tê vegotin di vê pirtûkê de. Herêma Kurdistanê çawa hate asta referandûmê û çawa gihişt wê qonaxê. Ev jî lingek din e. Ya din jî mesela serxwebûnê xwedî girîngî û cihekî taybet e. 25ê Îlonê serfiraziyek dîrokî ye û referandûm bi ser ketiye û cihê xwe girtiye.
Eyûp Demîr dibêje divê geşedanên piştî referandûmê û ketina Kerkêkê bi referandûmê ve neyê girêdan û ve herdu mesele ji hev cuda bên nirxandin. Demîr diyar dike; “Geşedanên 16ê Cotmehê ev li derveyî referandûmê ne. Helbet referandûm weke hincet hatiye bikaranîn û her sê dewletên herêmî û rêxistinên paramîlîter û hêzên navxweyî ketine nav proseya ketina Kerkûkê, lê tekane sedem ne referandûm e. Rûdanên piştî referandûmê û ketina Kerkûkê jî di pirtûkê de cih girtiye. Ku pêwîst e ev mesele ji referandûmê bê cuda kirin. Armanca vê referandûmê ew e ku tu nikarî êdî ji vê paş de vegerî. Ji xwe ji navê pirtûkê jî diyar e ku referandûm kilîla serxwebûnê ye û dê deriyê serxwebûnê veke.”
“Meha Nîsanê pirtûk xilas bûbû, lê nedihat çapkirin”
Eyûp Demîr di derbarê lêkolîna ji bo vê pirtûkê jî radigihîne ku ew bi salene li ser siyaseta Kurd û Kurdistanê xebat û lêkolînan dike û wiha pê de diçe; “Ez ji 12 salan zêdetir li Herêma Kurdistanê jiyam. Jibilî lêkolînan, wê dema ez li Kurdistanê bûm min zêdetirî 100 pirtûk li ser dîrok û xebatên Herêma Kurdistanê xwendin û ku min pirtûk jî li ser nivîsand (Dûmahiya Iraqê Kurdistana Serbixwe ye’. Dîsa li ser siyaseta Bakûr û bi giştî li ser siyaseta Kurdan. Helbet ev xebat bûn bingehek û di proseya bo referandûmê de min bernameyeke televîzyonî (Rasterast) amade û pêşkêş dikir, di vê bernamê de jî rojeva me referandûm û serxwebûn bû ku nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr û ji her aliyê civakê mavanên me hebûn û em li ser wateya referandûmê dipeyîvîn. Piştî rewşa Kerkûkê jî wê bernamê dewam dikir, lê dema dewleta tirk sê kanalên Kurdî ji Turksatê derxistin, zehmetî û alozî çêbûn û ew bername hat sekinandin. Hevdem ligel wê bernamê min lêkolîn û xebatên xwe yên li ser wateya referandûmê berdewam dikirin û min şablona pirtûkê dirûst kir û min her tim digot ku divê xebateke wiha hebe û bi mehan ez li ser sekinîm û min bo gelek rewşenbîran şand ku yek ji wan Îsmaîl Beşîkçî bû û mamoste Beşîkçî xwend û got û divê tu di dema herî nêzîk de vê bidî çapkirin. Lê mixabin tevî ku pirtûk amade bû jî ti kesî nexwest çap bike, him ji ber şovenîzm û him ji ber dijayetiya referadûmê bi mehan ev pirtûk hat sekinandin. Li vir jî derket holê ku ew derdorên tirk ku xwe weke demokrat û çepgir dibînin jî li dijî referandûm û mafên Kurdan bûn û çapbûna vê pirtûkê bi dereng ket. Lê herî dawîn me ev pirtûk da çapkirin û dê li seranserê Kurdistan û Tirkiyê bê belav kirin. Meha Nîsanê pirtûk tewaw bûbû lê nedihat çapkirin.”
“Beşa Şaşan li ser Kerkûkê ye; Komploya Kerkûkê”
Eyûp Demîr careke din vedigere ser geşedanên li 16ê Cotmehê û wan rûdanan weke komployeke herêmî, navdewletî û navxweyî pênase dike. Demîr wiha dibêje; “Ew komplo bi destê Îran, Tirkiye û destê hin dewletên ewropî û aliyek Kurdî jî ku bi xapandin be an bi daxwaza hebin cih di vê komployê de girtin. Nêrînên Mela Bextiyar, nêrînên Îsmaîl Beşîkçî, Kosret Resûl û gelek berpirs û serkirdeyan jî tê de hene ku ew jî dibêjin ev komplo ye. Hin kesan ev mijar wek rojane ditîni lê ev ne tiştek rojane an demkî ye, referandûm ev bi sedsalan e di rojeva Kurdan de ye û di 25ê Îlonê de vê daxwaza dîrokî xwe da der ku encama vê serxwebûn e ku beşa heftan jî li ser vê ye.”
“Min xwest ên li derveyî Kurdan jî di wateya referandûmê têbigihijin”
Nivîskar Demîr li ser zimanê pirtûkê jî van tiştan dibêje; “Ez dixwazim vê jî bînim min pirtûk bi zimanê Tirkî nivîsandiye ku yên derveyî Kurdan jî vê bixwînin û rastiya referandûmê bizanin, têbigihijin ku ev jî girîng e. Min dikarî bi Kurdî jî binivîsim lê divê yên derveyî Kurdan jî mafên Kurdan û daxwazên Kurdan fêm bikin û serwext bibin.”
“Referandûmê kelecan û daxwazeke mezin li Bakûr jî çêkir”
Eyûp Demîr di dawiya gotinên xwe de li ser hewlesta aliyên siyasî û gelê Kurd ê li Bakûr dike û dibêje, “Referandûma serxwebûnê di dilê hemû Kurdan de germahiyek ava kir. Rastiyek heye ku li Bakûr Kurd xwe nêzî hizbekê dibînin lê dîsa jî xelkê Kurd ê Bakûr û hizbên Kurdî yên sereke ku weke HDP û siyasetemeran ku yek ji van Osman Baydemîr e û digot; ‘dengê min hebe ez biçim bêjim; belê bo serxwebûnê.’ HDP di daxuyaniyên xwe de her piştigritê da. Yanî dijayetiyek nebû û girseya vê siyasetê jî di wan de kelecaneke mezin çêbûbû. Mijarek vê pirtûkê jî ev bû ku referandûmê kelecan û daxwazeke mezin li Bakûr jî çêkir. Ji ber wê yekê referandûmê tesîreke mezin û giştî li ser her çar beşan û li ser dîaspora Kurd a li cîhanê çêkir. Referandûm kilîl e û dê deriyê serxwebûnê veke...
Eyûp Demîr kî ye?
Eyûp Demîr sala 1973an jidayîk bû. Li beşa Nîgarsazî ya peymangeha Şêwekarî ya Zaningeha Gazi ya li Enqerê xwendina xwe temam kir. Sala 1995an dest bi rojnamevaniyê kir. Di kovara ‘Zanist û Siyaset’ de gelek gotarên wî derketin û di lijneya weşanê ya wê kovarê de cih girt. Di HADEP û DEHAPê de şêwirmendiya beşa ragihandinê kir. Di televîzyonên Med Tv, Kurd1 Tv, Kanal 4 Tv, Waar Tv de belgefîlm, bernameyên civakî, siyasî çêkirin û pêşkêşvanî kir. Demekê li Stenbolê nûnertiya Kurdistan24ê kir. 12 salan li Herêma Kurdistanê ma û lêkolîn û xebatên xwe berdewam kirin û di encamê de li ser Herêma Kurdistanê pirtûka bi navê; ‘Dawiya Iraqê Kurdistana Serbixwe ye’ nivîsand. Jibilî vê pirtûkên bi navên; ‘Kurdên Yasayî, Ji HEP ta HDP Siyaseta Kurd’ (Yasal Kürtler, HEP’ten HDP’ye Kürt Siyaseti), ‘Dejavûya Kurd’ (Kürt Dejavusu), ‘Perwerdeya bi zimanê Zikmakî û Mafên Kêmnetewan’ (Anadilde Eğitim ve Azınlık Hakları) û ‘Estetîk’ nivîsandin.