BasNews - Ciwanekî Helebçê 25 hezar peyv û hevokên zaraveyê Soranî li Google Transletê zêde kirin.
Ciwanê bi navê Bûkan Hesen ku xelkê Helebçê ye û beşa zimanê Îngîlîzî li Zaningeha Silêmeniyê xwendiye, piştî xebata 3 salan zaravayî Soranî yê Kurdî jî li wergera Googleyê zêde kir.
Li gor nûçeya rojnewsê Bûkan Hesen wiha got, “Sala 2015an min bo navenda Google ya li Amerîkayê e-mailek rê kir ku zaraveyê Soranî jî li Google translate zêde bikim, wan jî sala 2016an bersiva min dan û ew daxwaza min qebûl kirin. Di encama xebatekê de min 25 hezar peyv û hevok li wergera Googleyê zêde kirin. Ji bo ku welatiyên bi Soranî diaxivin sûdekê ji vî karî bigirin min ev xebat kir.”
Wî ciwanî diyar kir ku di rojên pêş de dê zaravayî Soranî bi deng jî li Googleyê zêde bike û got ku ew ê her xizmeta zimanê xwe bike.
Li beşa wergerê ya Google, niha 104 ziman çalak in ku zaravayê Kurmancî jî berî niha li wan zimanan hatibû zêdekirin.