Do şev min di xewnê de dît
Min bêriya te kir dayê
Destê te di destên min de
Çavên te kelogrî
Min hêsirên te paqij kirin dayê
Cam li erdê ketin
Destê min, destê min di nav xwînê de
Were ba min, ba min dayê
Li herdu hêlê min du polîs
Destê min di kelepçê de
Min bibînî, min bibînî dayê
Do şev min di xewnê de dît
Min bêriya te kir dayê
Ewê ji çavên te de herikîn ez bûm
Bi ser sînga te de ketim
Bibêje ma canê te êşiya dayê
Werger ji tirkî Siyamend Serbilind