Li Qahîrê xwandekarên zankoyê Otomobîla ku bi hewa kar dike çêkirin Li Qahîrê xwandekarên zankoyê Otomobîla ku bi hewa kar dike çêkirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Qahîrê xwandekarên zankoyê Otomobîla ku bi hewa kar dike çêkirin

Rukiye Mistefa

BasNews - Li paytexta Misrê Qahîrê komek xwandekarên ku li zankoya Helwan perweda xwe didomînin, otomobîla ku bi oksîjena dewisandî kar dike afirandin.

Çapemeniya Cîhanê otomobîla ku ji aliyê xwandekarên Misrê ve hatiye hilberandin diaxivin. Lewra wesayîta ku hêşta di asta xwe ya prototîp de ye, bi hewayê dişuxule û 30 kîlometreyan rê diçe.

Xwandekarên ku li zankoya Helwan ya li Qahîrê perweda xwe didomînin, otomobîla xwe ya ku bi oksîjena dewisandî kar dike dan naskirin.

Wesayîta ku nirxê wê 1000 dolari ye di demjimêrekî de 40 kîlometre dikare lezê bike. Xwandekar di wê fikrêdene ku piştî hindek nûkirinan, wê wesayîta yek kesî 100 kîlometre bikaribe derkeve leza maksimum.

Di welatê ku wesayîta Go-kartê tîne bîra mirov de qeyraneke mezin ya enerjiyê tê jiyan kirin. Ji avakarên wesayîtê Mahmoud Yasser di çapemeniya walêt de da xuya kirin, ew di wê îdîayê dene ku wê pirsgirêka şewatê bi vê otomobîla ku pêşxistine re çareser bikin.