BasNews- Piştî cezayên Amerîka li ser Îranê ketin biwarê cîbecî kirinê de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê ragehand ku, pêbendî bi cezayên Amerîkayê nabin, ji ber pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera Tirkiye û Îranê de ne derveyî yasayê ne.
Di hevdîtineke xwe de ji kenaleke Tirkiyê re Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê wî welatî Fatih Donmez ragehand, pêbendaî bi cezayên li ser Îranê nabin û pêwendiyên di navbera herdu welatan de dê berdewam bin.
Fatih Donmez tekez kir ku, Enqere salane nêzîkî 9.5 milyar M3 ji gaza sirûştî ji Îranê dikire û rêkeftina hawirdekirina gaza sirûştî ya bi Îranê re ta sala 2026an e û dê berdewam be.
Tê zanîn ku, piştî ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî biryara cezayên li ser Îramî îmze kir duh qonaxa yekem a cezyan ketê biwarê cîbecî kirinê de.