Mihemed Dergeleyî
BasNews – Duh 01.08.2018ê ji aliyê rêxistina maratona aştiyê ve bi dirûşma ‘’Qehremanî û berxwedêriya Pêşmerge’’ ve maratona aştiyê ya taybet ji bo hêzên Pêşmerge û zîrevanî li şeqama 60 metrî nêzîk parlamentoyê birêve çû.
Serokê komeleya maratona aştiya Kurdistanê Kirêkar Ebdula ji BasNewsê re ragehand, me pêwîst zanî ku çalakiyek waha dilxweşiyê bo birayên Pêşmerge pêkbînin û maratoneke wisa 5 kîlometre bazdanê me organize kir. 1500 Pêşmerge beşdar bûne. Maraton bi alîkarî û sponseriya Korek Telekom û Peymangeha Nobel pêkhat.
Serkeftiyên Pêşmerge yên Zilam navên wan wahaye:
Reyan Selahedîn bû yekemin. Xelîl Îbrahîm bû duyem. Rakan Ebdalxaliq bû sêyem. Îsmaîl Selîm bû çarem û Receb Ebdulrehman bû pêncem.
Serkeftiyên Pêşmerge yên Jin jî navên wan waha ye:
Raziye Selîm bû yekem. Evîn Husên bû duyem. Zîdar Xelîl bû sêyem. Îlham Yusif bû çarem û Mizgîn Firhu bû pêncem.
Piştî bi dawî hatina maratonê desteya serpereştkar li parka Şehîd Samî Ebdulrehman xelat li ser serkeftiyên maratonê dabeş kirin.