Rukiye Mistefa
BasNews - Li gor lêkolîneke nû ya ku ji aliyê King's College ve St George's University of London ya Brîtanya yê ve hatiye encamdan, zarokên ku bi şîrê dayîkê tên xwedî kirin, ger ku ji 3 mehiyê şûnve mamaya tîr jî lê bê zêde kirin, ew zarok li gor zarokên ku tenê bi şîrê dayîkê tên xwedî kirin hîn baştir xew dikin.
Her çend li gor çêtir dîtina fermî ya rêxistina tendurustiyê a Cîhanê ye û qeneata gîştî ya tê zanîn ku divê heta 6 heyvan zarok bi şîrê dayîkê bê xwedî kirin jî, lê li gor pisporan divê ev lêkolîn jî li ber çavan re bê derbas kirin.
Di lêkolîna ku li Londonê hat pêk anîn de 1303 zarokên 3 heyvî bi awayekî du gruban hatin cuda kirin û hatin çavdêrî kirin. Yên di gruba yekem de, li gor qenaeta giştî 6 mehên destpêkê bes bi şîrê dayîkê ve hatin mijandin. Yên di gruba duyemîn de jî jj sê mehiyê şûnve li kêleka şîrê dayîkê mamaya tîr jî bi kar anîn. Piştî wê jî ji bo dayîkan bi rengekî rêk û pêk anket hatin pêk anîn. Dayîkên ku mijara gotinê ne, zarokên wan her meh heta ku bibin 12 heyfî, piştî wê jî heta bû 3 salî her 3 heyv carekî hat dubare kirin. Di lêkolînê de derket holê, zarokên ku mamaya tîr bi kar anîn, li gor zarokên din hîn zêdetir razan, û şevê jî kêmtir ji xew şiyar bûn.
Bi vî awayî zarokên ku mamaya tîr bikar anîn li gor zarokên din her şev 15 deqe zûtir ketin xewê û şevê jî herî kêm 1,74 caran şiyar bûn. Zarokên ku tenê bi şîrê dayîk hatin xwedî kirin jî hîn derenk tir ketin xewê û şevê jî herîkêm 2 caran şiyar bûn.
Ya ji hertiştî girîng tir jî di derket holê zarokên ku li kêleka şîrê dayîk xwarinên tîr jî bi kar anîn di xewê de kêm tir giriyan û hîn kêmtir aciz û esebîne. Ji aliyê din ve pisporan derxist holê ku ferqa di navbera herdû gruban de ewe zarokên ku tiştên tîr û hişk bikaranîne cudayiya di navbera wan de piştî 6 heyviyê derket lûtkeyê.