BasNews - Li Brîtanyayê Wezîrê Brexîtê Davîd Davîs bi nameyekê dest ji kar kişand.
Li Brîtanyayê krîza di derbarê Brexîtê de berdewam dike. Wezîrê Brexîtê Davîd Davîs bi nameyekê ragihand ku ew rê, rêbaz û siyaseta ku tê meşandin dirûst nabîne duh danê êvarî îstîfaya xwe da kabîneya wî welatî.
Davîs di wê nameya xwe de ku bo Serokwezîra wî welatî Theresa May şandibû de diyar kir ku ew polîtîka û siyaseta niha tê meşandin rast nabîne û got, “ev proseya ku niha tê meşadin wê welatê me di rewşeke qeşs de bihêle û ez bi vê rewşê di kabîneyê de cih nagirim.”
Theresa May jî di bersiva vê nameyê de xemgîniya xwe anî ziman û got ku ew li ser plana dawîn a hatiye qebûlkirin de weke wî nafikire.
Kabîneya Îngîltereyê roja Înê kom bûbû û wê civînê 12 saetan dewam kiribû.
Herwiha hat ragihandin ku li şûna Davîs Wezîrê Plansaziyê Domînîc Raab hat tayînkirin.
Brexît navê proseya cudanbûna Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê ye û têç çaverêkirin ku di Adara 2019an de Brîtanya bi temamî ji Yekitiya Ewropa derkeve.