Bahoz Gênco
BasNews – Duh 08.07.2018ê sibeha du zarok li kampa Berxwedan li deverên Şehbayê ya gundewarê Helebê, ji ber nebûna lawaziya xizmetguzariyên teduristî, jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çalakvanan, zarokên bi navên Heyder Ebdo, temen yeksal nîviye, û Beyrem Dede, yeksalî ye, ji ber nexweşiyên germê û nebûna alavên dermankirinê, jiyana xwe li kampa Berxwedan a ku li nêzîkî bjarokê Fafînê dikeve, wefatkirin.
Tê zanîn ku heya niha li dor 140 hezar kes ji koçberên devera Efrînê li gund û bajarokên gundewarê Helebê dimînin û rêkên veger bo Efrînê li pêş wan ji hemî aliyan ve hatine girtin û li dor 5 hezar malbat ji wan di du kampên ku PYDê avakirine di mercên zehmet de dijîn.