BasNews - Melayê mizgefta li mezraya bi navê Îsa Aga ya girêdayî gundê Dîrseklî yê Cizîrê ji ku bi Kurdî waaz dida û xutbe dixwend hat desteserkirin û ketina mizgeftê bo wî hat qedexekirin.
Melayê bi navê M.K ku li mizgefteke li mezraya Îsa Aga ya ser bi gundê Dîrseklî yê Cizîrê bi Kurdî waaz dida û xutbe dixwend çend roj berê hat desteserkirin.
Hat ragihandin ku ew mela ji ber ku bi Kurdî waaz dida û xutbe dixwend hat desteserkirin û di derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.
Ew mela hat berdan lêbelê lê hat qedexekirin ku jibilî nimêjkirinê bikeve mizgeftê û miftîtiya Cizîrê melayekî din bo wê mizgeftê tayîn kir.
Gundiyan jî bertek nîşanî vê yekê dan û li piştî wî melayê nû nimêj nekirin. Hat ragihandin ku mûçeyê wî melayê Kurd ji aliyê gunduyan ve dihat dayîn.