Rukiye Mistefa
BasNews - Li Australia keça sê salî ya bi navê Aurora bi saya kûçikê xwe Max yê kêmekî kerr û korr ve hat dîtin.
Li herêma Downs a parêzgeha Queensland ya Australia, keçe biçûk ya ku li gel dapîra xwe Leisa Maria Bennett jiyan dike, daviya heftê ji mal derket û li qadeke daristanî de winda bû.
Piştî ku bûyer ji polîs re hat ragehandin di xebatên lêgerînê de hejmareke mezin polîs û ekîbên rewşa awarte bejdar bûn. Lê kezika biçûk ji aliyê kûçê xwe yê 17 salî û kerr û korr Max ve hate dîtin.
Bennett diyar kir ku neviya wê bi saya Max ve hatiye dîtin û got,” Dema ku ez derketim ser gir û hilkişiyam jorê, kûçik hate gel min û ez raste rast birim gel newiya min. Tu caran li gel wê cuda nebûye û weke zaroka kûçik ew bêhn dikir û li gel raza bûye.”
Polîsê Queensland Komîser Craig Berry jî diyar kir, “Ez texmîn dikim di hewaya sar a şevê de zaroka 3 salî pir cemidiye û tirsiyaye. Bi kûçik re hevdû gerim kirine û bi hevre li hev kirineke baş dane nîşandan.”
Hat ragehandin her çend di bedena Aurora ya biçûk de herişandinên biçûk hene jî lê rewşa wê ya tendurustî başe.