Sevda Kaplan
BasNews - Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildanên herî girîng yek jî ‘Serhildana Şêx Seîd’ e. Wekî tê zanîn amadekariya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadiyê ve hatibû destpê kirin. Teşkîlata Azadiyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Ziya Beg jî yek ji rêberên Teşkîlata Azadiyê bû.
Bi boneya 14 Nîsanê roja şehîdbûna herdû têkoşerên azadiyê bibîr bînin PAK,PSK û Hereketa Azadiyê daxuyaniyekê hevpar li dan. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew xwe wekî berdewamiya vê têkoşînê dibînin û ji bo azadiya Kurdistanê dişûxilin. Daxuyaniyê wisa berdewam kir;
‘Teşkîlata Azadiyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Ziya Beg bû. Amedekariya serhildana Şêx Sêîd ê nemir jî vê teşkîlatê dikir.
Lê beriya ku amadehiya serhildanê temam bibe, dewleta Tirkiyeyê pê hesiya û du rêveberên Teşkîlata Azadiyê girtin.
Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Ziya Beg, bi provakasyoneke dewleta Tirkiyeyê , serhildan ji dema ku hatibû plan kirin zûtir dest kir. Û rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatiya vê serîhildanê kir.
Serokê Teşkîlata Azadiyê Xalid Begê Cibrî û rêveberê Teşkîlata Azadiyê Yûsûf Ziya Beg, 93 sal berê, di roja 14ê Nîsana 1925an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Bêdlîsê hatin şehîdkirin. Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Ziya Beg hat îdamkirin. Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber amadekariyên Teşkîlata Azadiyê yên ji bo serîhildaneke netewî hatin qetilkirin.
Em wek PAK, PSK û Hereketa Azadî xwe berdewamiya rêbaza Teşkîlata Azadiyê, berdewamiya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Ziya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.
Di 93yemîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.’