Lezgîn
BasNews – Rêveberê giştî yê geşt û guzarê li parêzgeha Duhokê diyar kir ku ji bo cejna Newrozê amadekariya hatina 30 hezar geştyaran hatiye kirin.
Rêveberê Giştî yê Geşt û Guzarê li parêzgeha Duhokê Ubeydula Dawud ji BasNewsê re ragehand: ‘’Planek baş bo pêşwazî û hatina geştyaran hatiye danîn. Li gor plana ji 15 tîmên xwedî ezmûn hatiye danîn bo pêşwaziya geştyaran, di cîhên hatina geştyaran de dê rêberên geştyarî li ser grubên geştyaran bên belav kirin. Herwaha otel û motel û restaurantan de daşikandin hatiye kirin.’’
Herwaha got: ‘’Cîhên giring ên pêdiviyan hemû ji bo geştyaran hatine amade kirin, ku dema geştyar hatin pêwîste rûyê paqij û xweşik ê parêzgeha Duhokê bibîne. Herwaha pankartên xêrhatina geştyaran hatine çêkirin û li cîhên diyar ên giring hatine daliqandin.’’