BasNews - Hunermenda kurd Evîna Welat, hunera xwe li welatên Ewrûpa didomîne û sedema çûyîna xwe ji bajarê Efrînê bervî Ewrûpayê, rewşa mûzîka kurdî li pênaberiyê ji bo basnews behs kir.
BasNews:Te ji ber çi ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da welatên Ewrûpa?
Derketina me ji ber sedemên sîyasî û civakî bû.Sedema civakî ji ber bavê min ê apanê min qebûl nedikirin wek jinekê, sitranan bêjim , bavê min saz ji bo birayê min kirî lê ew fêr nebû, ez fêr bûm.Di qada sîyasî de jî gelek zorî hebûn ku em sitranên xwe bi zimanê kurdî bibêjin, heger jinek bihata girtin di wê wextê de diviya ku ji wî gundî bar kira, lewra civaka me yekser bi namûsê ve girêdidan.
BasNews: Afirandina hunera kurdî li Ewrûpa çawa ye?
Ti afrandin nemaye, hunera kurdî ketiye daweta û konesêran ji bo qezenca pera...ji ber rewşa hunermendan bi pere ve girêdayî ye, ji ber ti organîzasyon yan ti dazgehên kurdî yên hunerê tune ne ku hunermend xwe pêve girêde û alîkarîye bixwaze, ne tenê alîkarîya pera ya ragihandinê jî , ji ber k u ew jî pêwîst e ji bo hunerê. Bala xwe bide, ez li restorantan dixbitim ji bo zarokê xwe xwedî bikim û gelek kesên wek min hene, yên ku diçin dawetan, rewşa wan hinekî ji ya me baştir e.
BasNews: Te heta niha çend albûm û klîp çêkiriye? Niha karêkî nû berdestê te heye ?
Mixabin tenê albûmek û 4 klipên min hene. Erê kar di destê min de heye lê rewşa ku em tê re derbas dibin, dest û lingê me girêdane. Û ya din jî ji ber ez dayîk im dibe ku karê malê û zarokan û derve ez bikim, ez him karê derve dikim û him jî yê malê dikim, ji ber mezin kirina zarokan li welaten Ewrûpa şoreşek mezin e, dibe ku gelek hajê hebe ji bo zarok winda nebin, herdu zarokên min bi zimanê kurdî dixwînin u dinivîsin, tu dibê qey nuh ji Efrînê deketine, ev tişt li ba min şoreşek serkeftî ye.
BasNews: Ewrûpî çawa li mûzîka kurdî dinêrin, gelo eleqeya wan çawan e?
Mixabin ne gelekî baş e ji ber ku kurd xwe naxin nava civaka Ewrupiyan, û gelekî kêm bi wan re kar dikin. Ez nizanim çima lê ez tecruba xwe dibêjim , ez ji zûda ye hatime vî welatî, ketim nav kar û barê jîyanê ji ber wê wext tunebu ku danûstendin hebe, lê dîsa jî dibêjim gelek poşman im ku min xwe bi wan neda naskirin, ji ber wê yekê ji her hevalekî bi hunerê ve mijûl re , dibêjim têkevin nav civaka Ewrûpiyan, ji wan fêr bibin û bi riya wan têkevin nav hunerê ji ber Ewrûpî çi bikin bi zanistî dikin.
BasNews:Mûzîka Kurdî bervî kuve diçe?
Mûzîka kurdî berve helandinê diçe, ji ber hunermend ji bo topkirina pere dixebitin. Ev rastîyek e, mixabin hunermendên me xwe perwerde nakin, û dibistanê me jî tune ne , hunermendên me yên mezin jî, egoyîst in, tenê li xwe difikirin, yanê gava dibînin dengê yekî xweş e yan karin di warê mûzîke de, her çi be jî, afrandinê dikin dibe ku li wan xwedî derkevin , jê re albûman çêbikin, piştgiriya wan bikin, lê her yek li xwe heyiriye.
BasNews: Te qet bi hunermendên Ewrûpî re kar kiriye?
Mixabin na, tenê sitranek min hazir e me çêkiriye li ser Kobanê, hîna li ser dixebitim. Dîsa jî dibêjim sûcê min e ji ber gelek hevalên min Alman hene, min rexne dikin, lê çi bikim, min gelek hindik wexta xwe da mûzîkê ji ber sedemên malbatî û tirsa min ku zarokên xwe winda bikim, ez gelek tirsonek im mixabin û ez ditirsiyam têkevim nava Almanan.
Nifşê nuh, yên ku li vir mez bûne ne wek me ne û yên nuh tên jî ez bi bilindîya dengê xwe dibêjim wan şaştiya min kir, hûn nekin, xwe bi Ewrûpiyan bidin naskirin, çi civak, çi mûzîk, ji urf û edet be ji ber ew gelekî me qebûl dikin û ji me hez dikin.
BasNews: Gelo albûm amadekirin zehmet e?
Pere hebin tiştek ne zehmet e. Mebesta min ew e ku perê te hebin tu dikarî albûmek ciwan û çeleng çêbikî, û bê tirs belav bikî. Ji ber albûm çêkirin mûzîkvanan dixwaze, tomarkirin çûn û hatina studyo ne hesan e. Lê gava pere tunebûn ti mecbûr dimînî herî ba yekî tu rica û minetan bikî ku erzan çêbike îca karê erzan wê çawa be! Dîya min dibêje erzan kirî hevan dirî…Ev metelokên me yên kevnar in. Hêviya min ew e ku hunermedên me yên mezin yên ku li ser navê weqfa peran distînin, xwedî li miletê xwe derkevin û taybet li hunermedên nuh dighên, ji ber hunermedên gelek zîrek di nav me de çêbûne.
Sipas bo we ku we derfet da min ku hinek ji derd u kulên xwe bêjim. Hêvîdarim dengê min here her kesî.
Biyografiya Evîna Welat:
Di sala 1968an de li Efrînê hatiye dinê. Di dawiya 1988 de berê xwe daye welatên Ewrûpa. Heta niha albûmek çêkiriye û çar klip amade kiriye. Zewiciye û du kurên wê hene.