Di nav welatekî de me ku ji serî ta pî dîn û dînoke nin, yek ji yê din xwedî qebhettir, yek ji yê din xerabtir, debengtir, cahiltir e. Gelek caran jiyanboriya min tê ber nayêkişandinê û disekine. Qerewatê li dor stûyê xwe sist dikim, diçim lawaboyê, bi ava cemidî avê li ser çavê xwe dikim. Pencereyê vedikim, keldûxana çaya qaçax û hewaya teze bi zor û heft belayî hilmê tîne ber min.
Ser û serokê cahilan bê guman alimên cahiltî, xerabî û netewperestî kirine qibla xwe, xaka welêt kirine kitêba xwe ya miqedes, dirûşmên tûj û tund ku qet û qet li devê misilmanekî nayê, ji ser zimên nakeve.. ji dinya wî alî bêtir li ser ya vir hewla û wextê xwe diserifîne ne.
Her dewlet û desthilatdar bo kiryarên xwe yên ne rewa û ne dirust li pêş çavên pêgirtî û rayagiştî ya welêt û ya cihanê paqij û hewce bide xuya, her, lê bê îstîsna, argumana ewilî ku rahiştiyê: dîn e, Xweda ye, kîtab e, sinet e..
Loma dema însan bala xwe qenc bide dîroka nêzîk, lew hewce bi ya dûr nîne, her şer û pevçûn, komkujî û sirgûnî, wêran û talan, teqez, ji dîn û amûrên wê pişt girtiye, qebûla dîn li kiryarên xwe anîne.
Belê, do wilo bû. Îro jî wilo ye. Bê guman dê sibê jî bêferq be. Çimkî, ew taximê ji vê rewşa malkambax sûdê werdigire û mîna mexlûqatên ecêb zik dikin teşt, kêf kêfa wan e, do jî hebûn, îro zêdebûne, sibe dê zêdetir bibin.
Ew vê çerxa teres î çep digerînin, çerx jî wan xwedî dike û destê xwe dide ser serê wan. Yek ya din mezin dike, jîn dike. Temamkerê hevûdû. Ling bi xeletî li yek alîyî bişewişe, Xweda hafiz, dê herudu jî tiloqanî wê bîra kûr ku bi zilm û zordariya xwe vedabûn bibin û çem û çem herin.
Bi teqrîben dîndar du beş in:
1- Yên xalis
2- Yên berjewendperest
Mijar ne vebijarka yekê ye. Loma em ligel hurmet û rêza xwe ser re derbas dikin. Qesta me vebijarka dudan e. Yanî "dîndarê berjewendperest".
Evana dema ku ewkek tê ber destê wan, ewilî, wê li mêzîna berjewendiyên xwe dixe, dipîve, dibire. Ku berjewend û dîn li hev werin, çi xweş, ser seran! Dipejirînin. Lê dema ku kefikê mêzînê ber bi berjewendiyên wan de giran lêxistê, hingê, dîn û emr û qaîdeyên dîn bo wan dibin hûrguliyên emelê serî, hejê bin lingan!
Heya ku qeweta wî digihê wê dera ku êdî nikare pêş de bibe, îcar, dîse tilîkê bi çemilê dîn re derbas dike û dîn li gor dilê xwe dimêje, bi kar tîne. Heya hawirdor aram dibe, bûyerên qewimîne derbas bûne, minafiq û fasiqê me, weke ew ba ne ber wî, lê ber min ketibe, li civatan, qahwexaneyan, mescîd û mizgeftan de dest bi karê xwe yî gelekî qezenc jê tê dike: dîndaretî!
Dû re em li welatê bûye gola xwînê dinêrin û bi tepikan diherin çong û sînga xwe: "çima dîn silhê naxe navbeyna me misilmanê feqîrê Xwedê, em di nav xwîn û xirara xwe de me buxebuxe, em fetisîn! ka ew dînê biratî, wekhevî, edalet û aştiyê!?"
Rûşuştiyê heram! Xuya ye tu ji Xwedê natirsî, balo ji evdê wî fedî bikî!