BasNews - Li Ukraynayê helîkopterek ket û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da.
Li bajarê Krençuk ê li herêma Poltova ya Ukraynayê helîkoptereke girêdayî kompaniyeke taybet ket. Hat ragihandin ku di dema perwerdê de ew helîkopter ketiye. Li gor agahiyên berdest 4 kesan canê xwe ji dest dane.