BasNews - Rêzefîlmê bi navê ‘Zarên Me’ li ser înternetê dest bi weşana xwe kir.
Li ser rêzfîlmê ‘Zarên Me’ ku ji aliyê ciwanên Kurd ve li Stenbolê hatiye kişandin û yekem rêzefîlmê Kurdî yê li ser înternetê ye li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê panel hat lidarxistin.
Montoj, dîmen, lîstikvanî û organîzasyon hemû ji aliyê ciwanên Kurd ve hatiye pêkanîn. Derhêneriya ‘Zarên Me’ ku derhêneriya wê ji aliyê Omer Kara ve tê kirin, li benda piştgiriyê ye.
Di vê rêzefîlmê de jiyana ciwan û malbatên Kurd ku tên Stenbolê û li vî bajarî dest bi jiyaneke din dikin radixe ber çavan.