BasNews - Li Hîndîstanê ji bo parastina wê têketinên ji bo Tac Mahalê tên kêmkirin.
Her sal bi milyonan turîst serdana Tac Mahal a ku li bajarê Agra yê Hîndîstanê ye, dikin û her sal hejmara kesên dixwazin serdana Tac Mahalê bikin zêde dibe.
Pispor jî ji ber vê hejmara zêde hişyariyan didin ku zirar negihe Tac Mahalê.
Berpirsên Hindîstanî jî eşkere kirin ku rojane tenê 40 hezar turîstên xwecihî wê kariibn serdana Tac Mahalê bikin û maweyê vê serdanê jî wê bi 3 demjimêran were sînordarkirin.
Berpirsan ragihandin ku ev yek ji bo turîstên biyanî ne derbasdar e û her turîstê biyanî ku bixwaze wê bikaribe serdana Tac Mahalê bike.
Împaratorê Babur Şah Cîhan, Tac Mahal ji bo hevsera xwe Mumtaz Mahal ku di dema zarokê wê çêdibû de canê xwe ji dest da, da çêkirin.
Tac Mahala ku di sedsala 17an de hat çêkirin li cîhanê di nava 7 berhemên herî bedew de cih digire.