Xorasan-Asayişa Îranê nehişt çalakiyeka edebî birêve biçe

05/05/2019 - 01:11 Kategori Raport

BasNews- Duhê hêzên asayîşê yên Komara Îslamî ya Îranê nehiştin merasima danasîna pirtûka helbestvanê kurd Elî Hêyderî birêve biçe.

Bi minasebeta danasîna kitêba nû ya helbestvanê kurd Elî Hêyderî a bi navê Hawara Merxan duhê li bajarê Isferayinê yê Xorasanê wê merasîmek birêvebiçûya lê hatiye zanîn ku hêzên asayîşa Îranê rê liber wê çalakiya edebû û zimanî girtine. Elî Heyderî yek ji helbestvanê herî navdar ê kurdên Xorasanê ye û zêdetir ji 25 hezar beyt bi kurdî nivîsandine. 

Çavkaniyeke taybet li Xorasanê ji BasNewsê ra gotiye gelek mêvan bo vê merasimê hatibûn vexwendin lêbelê berî ku merasim bihê destpêkirin, hêzên asayişê pêşîya beşdarîya mêvanan girtîye û nehiştine merasim li gor plana xwe pêşda biçe.

Herwiha hêzên asayişe nehiştine niviskar û şairê Xorasanê Elî Riza Spahî Layîn û hin edîb û rewşenbîrên din ê Xorasanê beşdarî merasîmê bibin û bikevin nava bajarê Isferayînê û ew bi zorê vegerandine. Herwiha asayîşê rêliber weşanger û zimannasê kurd Elî Paksirişt jî girtiye û nehiştiye ew jî biçe Isferayînê û beşdariyê di merasîma edebî da amade be. 

Di merasîmê da biryar wiha bû Elî Riza Spahî Layîn û Elî Paksirişt jî beşdar bin û gotarên xwe peşkeş bikin.