Rojnameya “Kurdistan" di 22ê Nîsana 1898an da derneketîye

22/04/2019 - 20:07 Kategori Raport

Dr. Magded Sapan

Ligor çavkanîyên berdest Dr. Marûf Xeznedar roja derketina yekem jimareya rojnameya Kurdistanê weke 22ê Nîsanê danîye. Ew yek jî di goterekê da di rojnameya “Alaxî” di hejmara 22ê Nîsana 1968an belav kirîye. Di heman salê da Dr. Kemal Fuad li Kitêbxaneya Marburg li Almanyayê gelek hejmarên rojnameya Kurdistanê peyda kirine û gotarek di hejmara yekem kovara "Rûnakî" di 23ê Gulana 1969an belav kirîye. Dîtina wan rojnameyan girîngîyekê bo xwînerên kurdî peyda dike. Herwiha piştî wê Dr. Kemal Fuad hemû hejmarên rojnameya Kurdistanê yên li ber destê wî hene di cîldekê da bi navê “Kurdistan Yekemîn Rojnameya Kurdî” di sala 1971ê da li Bexdayê çap kiriye. D. Kemal Fuad di beşekî wê cildê bi navê Kurdistan Yekemîn Rojnameya Kurdî da wiha nivîsîye: “Yekem jimareya Rojnameya Kurdistanê di 30yê Zulqade 1315an (19ê Nîsana 1314an Rûmî) beramberî 22ê Nîsana 1898an li Qahîreyê derçû….. Ji du hefteyan carekê çap dibe û ji çar rûpel e û (25.5×32.5)santimetre ye.”

Nêzîkî 51 sal bi ser yekem gotara Dr. Maruf Xezneda li rojnameta Altex derbas bûye û nêzîkî 50 sal bi ser belavbûna Dr. Kemal Fuad a li hejmara yekem a kovara "Rûnakî" derbas bûye. Herwiha 48 sal jî bi ser berhevkirin û çapkirina bergê kitêbê derbas bûye. Yanî wê demê 73 sal bi ser derketina jimareya yekemm derbas bibû.

Di rastîyê da berîya lêkolînan bikim li ser vê pirse bîr û fikra hemû rojnameger, nivîskar û şîrovekarên kurd a li ser derketina roja rojnameya Kurdistanê bi min ra jî hebû  û ez jî hembîrê wan bim. Di heman demê da arezûya min bû berhemeke têr û tije li ser rojnameya Kurdistanê binivîsim. Di wê kitêbê da helsengandin, nexşesazîya wê bikim û berawirdîya wê ligel rojname û weşanên wê demê yên erebî, tirkî, farsî û hinek weşanên welatên ewropayê bikim.

Ji bo argumentên min ser bigirin û bi têrî li ser binivîsîm divîya bû min serdana Kitêbxaneya Şahê Swedê li Stockholmê, Dîyarbekir û Tirkîyê bikira û min serî li arşîva Osmanî ya Stenbolê bida. Herwiha divîya bû min serdana Misirê û Çapxaneya Hîlalê, rojnameya Alahram û Kitêbxaneya Îskenderîye jî bikira. Bo hemû wan seferan xerceke gelekî zêde lazim bû. Bi wê mebestê weke proje min ji çend dezge û berpirsên hikûmetê ra şand lêbelê min ti besivek ji wan nestend.

Projeya rojnameya Kurdistanê bo min gelekî biqîmet û mezin bû. Ez di wê bawerîyê da bûm heger ez nenivîsîm wê ti kes nenivîse yan jî kesek weke min nenivîse. Wê demê jî xwînerên kurd wê ji berhemeke bi qîmet bêpar bibin. Çûnke min bi xwe weke xebatkar û weşanger li çapxaneyan li Kurdistanê û li Swêdê kar kirîye. Çend sal in, waneyên rojnamewanîyê, etîka ragihandinê, arşîv û gelek babetên di beşên ragihandinê da li zankoyê û peymangehên Kurdistanê gotine. Di wî warî da azmûneka min a baş heye. Lewre destpêkirina wê projeyê, ji min ra xewneke mezin bû min dê karê xwe gelekî baş bikira. Lêbelê bêyî piştevanîya maddî çi tiştek nayê kirin.

Di Çiriya Paşîn a 2018an da ligel kak Berzo Îsmaîl me serdana dostekî bazirganekî xwendewar û xwêner û aşiqê kitêb û keleporeê kir li Silêmanîyê. Di nava axavtinê da behsa wê xewna min jî hat kirin. Bêyî ku ti hêvîyekê jê bikim û weke proje jê ra nameyekê binivîsîm yan jî bo çapkirina kitêbekê daxwaza tiştekî lê bikim wî piştevanîya hemû projeya vê kitêbê kir û hemû xercên vê kitêbê li xwe girt.

Roja duşemê (7ê Çileya 2019) bo Kitêbxaneya Şahê Swedê li Stokcholmê û bo wergirtina kopîya dû jimareyên dû rojnameyên rojane yên navdar ê Swedê (Aftonbladet-Dagenis Nîyheter) (22 Nîsanî 1898) min serdana xwe çêkir. Bo di xebata xwe de berawirdîya wan ligel rojnameya Kurdistanê bikim…. Min dît herdu rojname: Aftonbladet-Dagenis Nîyheter roja înê derketine. Yekser guman bi min ra çêbû ku roja înê yanî berîya 121 salan li Misirê mijûlîya derxistina rojnameyekê hebe, lewre bawerî bi wê yekê nayê kirin Çûnke di cihana îslamî da ev roj pişû ye… Gumana min li ser wê zêde bû ku 22ê Nîsanê derxistina yekem jimareya rojnameya Kurdistanê nebe. Ji ber wê yekê min biryar da bidim dû vê meseleyê û lêkolîneke zêdetir bikim.

Roja duşemê 28ê Çileya 2019an li Hewlêrê min bala xwe da yekem jimareya rojnameya Kurdistanê. Roja pênçşemê li ser wê nivîsî bû. Min yekser fêm kir 22ê Nîsanê xelet e. Çûnke weke mamosta Ferhad Şakelî di gotara xwe ya rojnameya "Asoyê" nivîsîye ji serdema somerîya û babîlîyan heta aniha bi sîstemeke rêkupêk û bê xeletî hatîye bikarînan.

Min berê dizanî mamosta Ferhad Şakelî gotarek li ser derçûna yekem jimareya Kurdistanê nivîsîbû û tê da selimandîye ku 22ê Nîsanê ne roja derçûna yekem jimareya Kurdistanê ye. Lêbelê ji ber min gotar nexwendibû min nedizanî li gor mamoste Ferhad Şakelî kîjan roj durist e. Bo bersiva vê pirsê bi destê min bikeve roja duşemê 4ê Adara 2019an ligel mamosta Ferhad Şakelî li bajarê Upsala li Swêdê me hevdu dît. Di wê hevdîtinê da min behsa wê projeya xwe ya hêja kir û herwiha min behsa roja derketina yekem jimareya rojnameya Kurdistanê kir ku 22ê Nîsanê xelet e û 21ê Nîsanê durist e. Her di wê hevdîtinê da mamosta Ferhad Şakelî gotara xwe ji min ra anî bû ku berê di rojnameya Aso di jimareya (413) roja yekşemê 22ê Nîsana 2007an belav bibû. Di wê gotarê da 21ê Nîsanê weke roja derçûna jimareya yekem a Kurdistanê danîbû. Divê binivîsîm gelekî kêfxweş bûm me herduyan di du demên cîya da bêagadarîya hev heman encam bi dest xistibû.

Her di wê gotarê da mamoste Ferhad Şakelî ji bilî danîna roja derçûna yekem jimareya Kurdistanê 21ê Nîsanê be, xeletîyeke din a liser yekem rûpela rojnameya Kurdistanê dîtîye. Li gor teqwîma hicrî divê li ser rûpela yekem rojnameyê ne 30yê Zulqade, 29ê Zulqade bihata nivîsandin. Eger em teqwîma rûmî 9ê Nîsanê 1314an bo teqwîma mîladî biguherin dike 21ê Nîsana 1898an. Bi wê yekê roja 22ê Nîsanê xelet e û roja 21ê Nîsanê dirûst e.

Di encama van lêkolînên min û mamosta Ferhad Şakelî derdikeve ku mêjûya rojnamegerîya kurdî rojekê zûtir dest pê kirîye. Wê dîroka heta aniha hatîye nivîsîn behsa wê hatîye kirin herçend bo dîroka 121 salîya rojnamegerîya kurdî ne giring jî be aşkere bû û ew encam rast û durist derket divê ew heqîqet ji xelkê ra bihê behskirin.

*Gotar di 18ê Nîsana 2019an li rojnameya Kurdistanî Nwê belav bûye

*Wergera ji Soranî: Mehmed Salih Bedirxan