Wêne – Akademîya Kurdî Xelata Rêzgirtinê da Kelîmullahê Tevahûdî

22/04/2019 - 18:48 Kategori Raport

BasNews –Akademîyaya Kurdî bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Xelata Rêzgirtinê û endamtiya fexrî ya Akademiyê da nivîskar, dîroknas û hunermendê navdarî kurd Kelîmullahê Tevehudî.

Îrod duşemê 22. 04. 2019an li Hewlêrê li Hola Seîd Ebdulla merasîmek li jêr navê “Kurdistaniyek li Xorasanê” bi beşdariya bi dehan nivîskar, kesayetîyên akadîmesyen û nûneran partî û aliyên siyasî û damûdezgehên rewşenbîrîyê û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveçû.

Di destpêka merasîmê da Cîgirê Akademîya Kurdî nivîskar û akademîsyen Dr. Necatî Ebdulla axaftinek kir û di wê axaftina xwe da rexne li dezgehên medyaya kurdî kir ku ne di xema zimanê kurdî da ne. Herwiha daxwaz ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jû berpirsên hikûmetê jî kir di xema zimanê kurdî da bin û bo parastin û pêşveçûna zimanê kurdî gavên pêwîst biavêjin. Ebdulla behsa giringiya zimanê kurdî û rola Kelîmullahê Tevahudî jî kir. Ebdulla da zanîn ku neteweyek heger bêziman be ti qiymetê wî tuneye.

'Tevahudî Şerefxan Bedlîsiyê serdema me ye'

Herwiha nivîskar û akademîsyen Mihemedî Hemebaqî jî axaftinek kir û behsa rola Tevahudî di nivîsîna dîroka kurdên Xorasanê kir. Hemebaqî aşkere kir ku Tevahudî sedemên koça kurdan ber bi Xorasanê, erdnografiya Xorasanê, ferheng û zimanê Xorasanê, muzîka Xorasanê kelepora Xorasanê nivîsîye û bûye Şerefxanê Bedlîsî yê serdema me.

Pişte Serokwezîr Nêçîran Barzanî axaftinek kir û got, hokara mayîna gelê kurd ziman e û amaje bi wê yekê jî kir ku azarên milletê kurd gelek in û gelek caran kurd tûşî şikestinan bûne û bi saya zimanê kurdî kurd li ser piyan mane û wê bi saya zimanê kurdî her li ser piyan bimînin.  Serokwezîr Barzanî daye zanîn ku muzîk, stran ziman û dabûnerîtên kurdiyê ciyê şanaziyê ne bo her kurdekî.

Serokwezîr Barzanî behsa giringiya zimanê kurdî jî kir û got: “Gelek caran dihête gotin bi tenê dostên kurdan çiyan in lêbelê zimanê kurdî zêdetir ji çiyan kurd parastine û zimanê kurdî yê û hebûna zimanê kurdî li Xorasanê mandîbûna mamoste Kelîmullah Tevahudî nimûneya zimanê kurdî ye.” Serokwezîr Barzanî da zanîn ku wê kitêbên Tevahudî yên heta aniha nehatine çapkirin jî bidin çapkirin. 

Herwiha di beşeka din a merasîmê da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Akademîya Kurdî Prof. Dr. Ebdulfetah Botay Xelata Rêzgirtinê û endamtiya fexrî ya Akademîya Kurdî pêşkêşî Kelîmullahê Tevahudî kirin.

Herwiha piştî wergirtina xelatê Kelîmullahê Tevahudî jî axaftinek kir û rêz û hurmeta xwe bo Nemir Mela Mistefa Barzanî, Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî xelkê Herêma Kurdistanê û hemû endamên Akademîya Kurdî anî ziman. Tevahudî got ew di nava çend rojan da li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê geriyaye û gelekî hez ji siruşt avadaniya Kurdistanê kiriye û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kî kir bo xizmetguzariyên wê li bajar û navçeyên kurdan.

Tevahudî piştî pêşkêşkirina spasiyên xwe behsa ziman û kultura kurdan li Xorasanê kir û wiha got: “Em xwedî ziman û ferhengeke dewlemend in. Ew kesên berê dîrok nivîsîne dîroka me guherîn û destkarî tê da kirine. Min di kitêba xwe ya Tevgera Dîrokî ya Kurdan bo Xorasanê ew hemû xeletî rast kirine.”

Herwiha Kelîmullah Tevahudî da zanîn ku wî bi tena serê xwe  di derbarê tarîx, huner, ferheng, ziman û edebiyata kurdî 18 kitêb nivîsîne û ew çap kirine. Zêdetir ji 350 aheng û mîlodîyên resen ê kurdên Xorasanê tomar kiriye û nehiştiye ew wenda bibin.

Kelîmullahê Tevahudî, dîrokzan, şair û muzîsyen e. Ji Bakurê Xorasanê ye. Heta niha derbarê çand, dîrok, kelepûra kurdên Xorasanê de zêdetir ji 30 kitêbî nivîsandiye. Bi hezaran belge û dokument derbarê kurdan da berhev kirine. Gelek kitêbên wî çap nebûne kitêba wî ya bi navê “Herekata Kurd ber bi Xorasanê” ji heft cîldan pêk tê û weke şahkarekê tê zanîn.

 

 

Albûma Wêneyan